
Şaxewan Ebdulah planek li ser Kerkûkê eşkere kir: Ev karesat e
.
- Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê hişyarî da ku dê li Kerkûkê “karesatek” rû bide û got, li gorî nivîsareke fermî, hejmarek navçe û nahiyeyên Kurd û Tirkmenan ji aliyê birêvebiriya karebayê ve tên xistin ser navçeya Hewîceyê.
Şaxewan Ebdulah her wiha got, “Fêl li parêzgar hatiye kirin.”
Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê û Nûnerê Parêzgeha Kerkûkê Şaxewan Ebdulah li ser hesabê xwe yê Facebookê “planek” eşkere kir û ew wekî “karesat” bi nav kir.
Daxuyaniya Şaxewan Ebdulah piştî belavbûna nivîsareke fermî ya Kompanyaya Giştî ya Dabeşkirina Karebayê ya Bakur hat.
Di nivîsarê de ji bo damezrandina beşa dabeşkirina karebayê ya bi navê “Hewîce û Derdora Kerkûkê” razîbûn hatibû nîşandan.
Li gorî nivîsarê, beşa nû dê navçeyên Hewîce, Daqûq û Dubizê û nahiyeyên Şwan, Sergeran, Pirdê, Leylan, Yayçî, Taze, Zab, Ebasî, Riyaz, Reşad û Multeqayê li xwe bigire.
Şaxewan Ebdulah anî ziman, “Li gorî vê nivîsarê be, Şwan, Leylan, Sergeran, Yayçî, Taze, Pirdê, Daqûq û Dubiz xistine ser Hewîceyê.”
Wekî mînakekê ji bo metirsiya biryarê jî got, “Êdî malbateke şehîd a ji Şwan, Leylan, Dubiz, Pirdê yan deverên din, eger pêdiviya wan bi stûneke karebayê hebe, divê biçin daxwazê ji Hewîceyê bikin.”
Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê da zanîn ku wî pêwendî bi Wezîrê Karebayê re kiriye û wiha pê de çû:
“Ew di destpêkê de ji mijarê neagahdar bû lê paşê ji min re got ku daxwaz ji aliyê Parêzgariya Kerkûkê ve hatiye kirin.”
Şaxewan Ebdulah got, “Wezîr ez şok kirim û got, ‘Doktor, we bi xwe daxwaz kiriye.’ Nivîsarek ji min re şand, bi rastî ez matmayî mam.
Min dît ku nivîsareke parêzgariyê ya bi mohra Kek Rêbwar (Parêzgarê Kerkûkê) arasteyî serokwezîr hatiye kirin.
Di wê de jî fêlek li parêzgar kirine, wan nivîsar ji bo Hewîceyê pê daye amadekirin lê bi plana wezîrekî ew cihên din jî xistine ser.”
Di dawiya parvekirina xwe de Şaxewan Ebdulah ragihand ku wî daxwaz ji Wezîrê Karebayê kiriye ku nivîsarê betal bike û wî jî ev yek qebûl kiriye lê wekî merc gotiye ku divê parêzgar ji bo betalkirina biryarê nivîsareke fermî bişîne.
Şaxewan Ebdulah axaftina xwe arasteyî Parêzgarê Kerkûkê kir û got:
“Kek Rêbwar, heta ku ew navçe jî nebin wekî qeymeqamtiyên Dubiz û Daqûqê û Rêveberiya Çandiniyê, nivîsarekê amade bike û ya mayî li ser stûyê min be, ji ber ku ne dîrok û ne jî xelkê wan deveran dê rehmê li me bikin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin