Şaxewan Ebdula: Yekdengîya Kurdan dikare gelek tiştan ji bo Kurdan misoger bike

Şaxewan Ebdula: Yekdengîya Kurdan dikare gelek tiştan ji bo Kurdan misoger bike

.

A+A-

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula, di serdana xwe ya yekemîn a derveyî welat de, beşdarî konferansa Netewên Yekbûyî (NY) ya du rojî ya li New Yorkê bû.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula, li Washington, serdana Balyozxaneya Iraqê û nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, herwiha beşdarî bernameya Dengê Amerîkayê bû û di derbarê armanca serdana wî ya New York û armancên konferansa NY û herwiha pirsên derbarê alozî û nakokîyên niha li Iraqê dom dikin de, bersiva pirsên Dengê Amerîka da.

Şaxewan Ebdula diyar kir, civîna salane ya parlamentarên cîhanî, li bingeha Netewên Yekbûyî tê encamdan, di du salên derbasbûyî de ji ber şewba Korona, civîn pêk nehatin. Ev sala yekemîn e ku civîn rû bi rû tê encamdan.

Şaxewan eşkere kir, amadebûnek baş a Iraqê di wê civînê de hebû, "her çende ku di dema serdana me de hin nakokî û aloziyên siyasî li Iraqê dom dikin, lê bi başî hat zanîn ku beşdarî wê civînê bibin."

Herwiha di berdewamiyê de eşkere kir, di navbera Hikûmeta Hewlêr û Bexda de di qonaxa niha de, têkiliyên her du hikûmetan di baş in, lê yê ku "Pirsgirêkan çêdike Dadgeha Fedral e, ne ku Hikûmeta Federal e," ji ber ku Dadgeha Federal a Iraqê hin biryar dan, ew biryar ne destûrî bûn. Bi taybet biryara dûrxistina Hoşyar Zêbarî ji berbijariya serkomariyê û biryara neft û gazan ya Herêma Kurdistanê ku dadgeh dibêje, ne li gor destûrê ye.

Şaxewan Ebdula destnîşan dike, ew biryarên Dadgeha Federal stendine, biryarên siyasî ne, ne qanûnî û destûrî ne, ji ber ku di demeke taybet de ew biryar hatin stendin ji ber wê yekê "Biryarên Dadgeha Federal siyasî ne."

Derbarê pirsa tenê Dadgeha Federal maf heye madeyên destûrî şîrove bike de, Şaxewan Ebdula da zanîn, biryareke dadgehê ya dozek berî 10 salan bû, ya sala 2012an bû çima wan ewqas paş xist û di vê demê de biryara xwe da, diyar e ev meseleyeke siyasî ye.

Herwiha d derbarê pirsa nakokiyên di nava PDK û YNK de, çi rol di wan biryaran û bêhêziya aliyê Kurd de heye li Bexda, Şaxewan Ebdula diyar kir, "Belê.. Divê Kurd li Bexda yekdeng bin, yek helwest hebe, yekrêzî û yekdengîya Kurdan dikare gelek tiştan ji bo Kurdan misoger bike."

Şaxewan Ebdula di derbarê çarenivîsa hevpeymaniya sêqolî ya di navbera Helbûsî (Sunî), Sedr (Şîe ) û PDK (Kurd) de nakeve xeterê dema ku serokomarî nebe para PDKê de got, hilbijartina serokatiya parlamenê ji encama hevpeymaniyek siyasî pêk hatiye, ew hevpeymanî dom dike û ji bo paşerojê jî wê her berdewam bibe û hêvî xwestin ku ew hevpeymanî berfirehtir bibe û xelkekî din jî bikeve wê hevpeymaniyê.

Herî dawî derbarê plan û çareseriyên parlemenê ji bo pirsgirêkên hilawîstî yên weke made 140 û gîrobûna avakirina hikûmetê û ew astengiyên li hemberî parlamena nû hene, Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê Şaxewan Ebdula eşkere kir, planê me hene ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan komîta mada 140 li Encûmena Serokwezîran amade ye û budçe û mûçeyên xwe hene parlamen jî wê alîkar be ku derdanên wê komîtê berdewam bibin û me plan heye komîteke demkî ava bikîn û pirsgirêkên ku hatine paşxistin di demek zû de kar li ser bikîn û cîbicî bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin