
Şaxewan Ebdila: Wergirtina posta Serdarê Artêşa Iraqê ji Kurdan destpêkeka pir xirab e
.
Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdila îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de ragihand: Wergirtina posta Serdarê Artêşa Iraqê ji Kurdan destpêkeka pir xirab e.
Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) herwesa got: Em dê di dema bê de beyannameya fraksiyonên Kurdistanî belav bikin. Amaje jî da: Tiştê ku Serokê Parlementoyê kiriye binpêkirina destûrê ye.
Şaxewan Ebdila eşkere jî kir: Li gorî madeya 36ê, tiştê ku Serokê Parlementoyê kiriye berevajî destûrê ye. Herwesa edetekê kirêt e ku bêyî Kurdan, ku pêkhateyeka sereke ye, bixwazin mijaran bêyî razîbûna Cîgirê Serokê Parlementoyê jî derbaz bikin.
Navbirî herwesa got: Ev ne cara yekê ye jî, belkî pêştir jî rewşên wesa hebûn, divê sînorek ji bo van rewşan bê danîn.
Serokê Fraksiyona PDKê amaje jî da: Ev mijar girêdayî mafên Kurdan e, ji ber ku heft dezgeh hene, postên wan wekî yên wezîran in lê yek ji wan jî ne Kurd e.
(K24)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin