Şaxewan Abdulah: Divê Kurd li Kerkûkê kursîyên xwe biparêzin

Şaxewan Abdulah: Divê Kurd li Kerkûkê kursîyên xwe biparêzin

.

A+A-

Cîgire serokê parlementoya Iraqê û parlementerê kurd Şaxewan Abdullah balê kişand ser hilbijartinên Kerkûkê û got pêwiste talûkên hilbijartinê nên ji bîrkirin û Kurd jimara parlementerên xwe yê li Kerkûkê biparêzin. Şaxewan Abdullah bû mêvanê bultena Rûdawê û behsa mehaneyên xebatkarên Herêma Kurdistanê jî kir.

Abdullah got ku êdî bahaneyên Bexdayê yên ku digotin Kurdistan têra wan petrolê naşîne an ku sewq nake, nemaye. Şaxewan Abdullah got:

“Bazarkirina petrolê êdî ji aliyê SOMO de têkirin û li ser dahatên di derveyê petrolê de jî lihevkirin çêbûye. Komîteyên pêwendîdar heya bi awayekî mayînde li hev bikin dê peymana heyî dewam bike. Lewra dê mehaneyên mehên Tebax, Êlûn û Cotmehê bên dayîn.”

Abdullah her weha ragihand ku ji bo xebatkarên herêma Kurdistanê mexdûr nebin, miqdarê ku hukumeta federal destnîşan kiriye û ji dahatên derveyê petrolê yê Herêma kurdistanê bibire, qebûl kiriye.

Li ser hilbijartina Kerkûkê Şaxewan Abdullah got ku hilbijartinên Kerkûkê ji bo Kurdan girînge û pêwiste temamê hilbijêrên Kerkûkê herin ser sindoqan û nasnama Kerkûkê biparêzin. Abdullah rewşa niha ya Kerkukê bi ya sala 2021an re qiyas kir û got:

“Berê li bajêr qişlayên leşkerî hebûn, kes nikaribû ala xwe bilind bikira û behsa axê bikira. Li xelkê me zilm dihat kirin û parêzgerekî şowenîst (nijadperest) hebû. Piştî xebata bo 3 salan, me parêzger ji ser kar girt, me al û axê paşde anî, xelkê Kerkûkê qedrê van guherînan dizane û hezkirina ji bo PDKê zêde ye.”

Abdullah, behsa talûkeyên hilbijartina roja 11.11.2025an kir û balê kişand ser 2 mijaran:

“Ya yekem pêwsite Kurd nîvê kursiyên Kerkûkê 6 kursiyan biparêzin. Mixabin Kurd di hilbijartina meclisa bajêr de negihan nîvê kursiyan. Ji 16 kursiyan tenê 7 kursiyan qezenc kirin. Hedefa me; çawa Kurd tevlî jimartina nûfûsa Kerkûkê bûn, wesa jî, roja hilbijartinê li ku derê dibin bila bibin, ji bo serkeftina namzedên xwe divê werin û bixebitin. Divê em 6 kurisyên xwe biparêzin û eger îmkan hebin em wê bikin 7 kursî.

Kerkûk ji deverên din yên Kurdistanê cudaye, em bi tevliheviyekî re rû bi rû ne. Pêdiviya me bi parlementerên wisa heye ku karibin bi zahmetiyên li Bexdayê re serî derên, di pêvajoyên derxistina qanûnan de û ji planên bi dizî fêm bikin…

Li Kerkûkê ji bo her namzedekî pêdivî bi 25-30 hezar dengan heye û ji bo dengên Kurda belaş neçin, ew partiyên ku nikaribin wan dengan bistînin, destekê bidin namzedên partiyên din dê tewrekî baş be.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin