Şaredariya Tetwanê ji bo karmendên xwe û xelkê kursa Kurdî vekir

Şaredariya Tetwanê ji bo karmendên xwe û xelkê kursa Kurdî vekir

.

A+A-

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê yaBakurê Kurdistanê, Şaredariya Tetwanê ji bo zimanê dayikê dest bi pêngaveke nû û girîng kiriye.

Şaredariya Tetwanê ji bo parastin û bipêşxistina ziman kursa Kurdî vekir û Hevserokên Şaredariyê û endamên meclisê jî beşdarî kursê bûne û fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibin.

Şaredariya Tetwanê dîmenên kursê bi taybetî ji Rûdawê re şandin.

“Bila her kes bizane ku hebûna me li ser zimanê me ye”

Hevserokê Şaredariya Tetwanê Mumin Erol got:

“Em wekî Şaredariya Tetwanê, li gel endamên meclisa şaredariyê, me dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kir.

Hêvî dikim zimanê Kurdî li her derê bê bikaranîn û ev perwerde bibe mînak.

Dê xebatên me yên li ser zimanê Kurdî berdewam bidomin.

Bila her kes bizane ku hebûna me li ser zimanê me ye û em vê perwerdeyê ji bo xwe û ji bo civakê gelekî girîng dibînin. Me dest pê kir û bi xêr be.”

Ji bilî hevserokên şaredariyê, 18 karmend û endamên meclisê jî beşdarî kursa zimanê Kurdî bûne.

Kurs hefteyek berê dest pê kiriye û dê sê mehan bidome.

“Em dê vê xebatê heta dawiyê bidomînin”

Mamosteyê Zimanê Kurdî Ferhat Topbaş jî got:

“Destpêkê dema ev mijar hat behskirin, ez gelekî bi kelecan bûm, ji ber ku hem hevserokên şaredariyê hem jî endamên meclisê daxwaza hînbûna zimanê xwe kir.

Vê yekê bala min kişand û ez pir kêfxweş bûm. Ev mehek e me amadekariya wê dikir.

Li ser navê şaredariyê ez hevalan pîroz dikim û em dê vê xebatê heta dawiyê bidomînin.”

Rêvebir û xebatkarên şaredariyê jî bi vê derfetê kêfxweş in û dibêjin ku ev gav dê xizmeta ji bo welatiyan jî hêsantir bike.

“Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin û binivîsin”

Endamekî Meclisa Şaredariyê jî got:

“Em hemû wekî endamên Meclisa Şaredariya Tetwanê bi Kurdî dizanin lê di warê nivîsandin û rêzimanê de kêmasiyên me hene û zimanê me ne akademîk e.

Em dixwazin zimanê xwe bi awayekî akademîk fêr bibin, biaxivin û binivîsin.

Ji ber vê yekê me bi hev re dest bi dersa zimanê Kurdî kiriye.

Zimanê Kurdî zimanê dayika me û rûmeta me ye. Em dê hem bixwînin, hem binivîsin û hem jî xwe perwerde bikin.”

Pêngava Şaredariya Tetwanê ya ji bo zimanê Kurdî ne tenê bi rêveber û karmendên şaredariyê re sînordar e di heman demê de, ji bo zarok û mezinan jî 4 polên din hatine vekirin û nêzîkî 100 kesî tê de fêrî zimanê xwe yê dayikê dibin.

Şaredariya Tetwanê dixwaze bi van xebatên xwe yên li ser ziman, ji bo şaredariyên din ên Bakurê Kurdistanê jî bibe mînak.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin