Şandeyên Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinan civiyan

Şandeyên Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinan civiyan

.

A+A-

Şandeyên Îraq, Herêma Kurdistanê û UNAMIyê li Serokatiya Hêrema Kurdistanê civiyan.

Şandeya Herêma Kurdistanê bi Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe ya Îraqê û Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNAMI) re hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokatiya Hêrema Kurdistanê da zanîn ku di vê civînê de “gavên ji bo amadehiya hilbijartinan” hatin nirxandin.

Şandeyên Îraq û Herêma Kurdistanê da zanîn ku ew amade ne pêvojayê hêsan bikin û dixwazin hilbijartineke zelal were kirin.

Şandeya hilbijartinê jî ji bo ku hilbijartin di dema xwe de û li gorî pîvanên diyar were kirin nêrînên xwe veguhastin.

Nûnerê UNAMIyê ragihand, ew ji bo serkeftina pêvajoya hilbijartinê amade ne ku piştgiriyê bidin.

Di civînê hat diyarkirin, “Serokatiya Hêrema Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartin werin kirin gavên cidî diavêjin û berpirsiyariya xwe tînin cih.”

Herwiha amaje pê hat dayîn ku rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo hilbijarin bi awayekî serkeftî werin kirin dê berpirsiyariya xwe bîne cih.

Li gorî agahiyên Rûdawê, komîsyona hilbijartinan di civînê rapora xwe ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêşkeş kiriye.

Hatibû ragihandin ku dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 25ê Sibata 2024an werin kirin lê ji ji ber doza ku li Dadgeha Federal a Îraqê berdewam dike hilbijartin hatibûn taloqkirin.

Tê payîn ku Dadgeha Federal a Îraqê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê sibe biryarê bide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin