Şandeyekî bilind a leşkerî serdana Şingalê dike

Şandeyekî bilind a leşkerî serdana Şingalê dike

.

A+A-

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê îro 30.04.2022yê şandeyek bi serokatiya serfermandarê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarulla û bi endamtiya cîgirê fermandarê operasyonên hevbeş Ebdulemîr Şemmerî û hejmarek fermandarên payebilind ên leşkerî û ewlehiyê ve serdana Şingalê kirin.

Şandeya bilind a leşkerî ya Iraqê serdana yekîneyên leşkerî kirin û dûvçûn li ser rewşa ewlehî û îstixbarata Şingalê dikin.

Berî naha jî roja 21.04.2022yê şandeyekî bilind a leşkerî û ewlehiyê di serokatiya serokê saziya asayîşa niştimaniya Iraqê Hemîd Şetrî de serdana Şingalê kir.

Serdana wan şendeyên ewlehî û leşkerî ya Iraqê ji bo Şingalê, piştî aloziyên di navbera çekdarên ser bi PKKê û artêşa Iraqê pêkhatin.

Şingal bajarekî Kurdistanê ye û dikeve navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Nînowa ye.

Basnews

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin