Şandeyeke Rojavayê Kurdistanê li Îtalyayê ye: ‘Em dê ji bo naskirina Rêveberiya Xweser hewl bidin’

Şandeyeke Rojavayê Kurdistanê li Îtalyayê ye: ‘Em dê ji bo naskirina Rêveberiya Xweser hewl bidin’

.

A+A-

Şandeyeke hevbeşa Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê çû Îtalyayê.

Şandeya navborî ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed û hevseroka nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swîsreyê Medya Hesen pêk dihat.

Şandeya Rêveberiya Xweser û Berdevka YPJyê Rûksen Mihemed li Îtalyayê bi siyasetmedarên wî welatî re hevdîtin kirin. 

Li gorî medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, şandeya Rojavayê Kurdistanê, bi parlamenter û endamên Senatoya Îtalyayê yên ji partiyên cuda û Tevgera 5 Stêrkan a Îtalyayê (MoVimento 5 Stelle) re hevdîtin pêk anî.

Hevdîtin li parlamentoya Îtalyayê çêbû

Hevdîtin li avahiya parlamentoyê ya li paytext Romayê pêk hat.

Di hevdîtinê de ezmûna Rêveberiya Xweseriya hat nirxandin û hat gotin ku tevahî pêkhateyên herêmê di damezirandina vê rêveberiyê de cih girtine.

Di heman demê de rewşa mirovî ya li herêmên Rêveberiya Xweser, astengiyên li pêşiya rêveberiyê hatin nîqaşkirin.

Alîkariya Ewropayê nagihêje Rojavayê Kurdistanê

Hat gotin ku alîkariyên mirovî yên welatên Ewropayê û yên din pêşkêş dikin, tenê diçin ji Şamê re û nagihêjin herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji siyasetmedarên Îtalyayê re da zanîn ku nenaskirina siyasî astengiya herî mezin a siyasî ue li hemberî rêveberiyê.

“Divê zext li Tirkiyeyê bên kirin”

Şandeya Rêveberiya Xweser hebûna şaneyên DAIŞê û malbatên wan ên li kampan wekî metirisiyekê li ser ewlehiya herêmê pênase kir û got:

“Divê civaka navneteweyî zextê li dewleta Tirkiyeyê ya dagirker bike da ku li ber êrişan wer girtin.

Berdewama van êrişan dê herêmê ber bi karesteke mirovî ve bibe û dê bi milyonan welatiyan neçarî koçberiyê bike.”

Aliyê Îtalyan jî da zanîn ku ew rewş û geşedanên li Rojavayê Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin û hate gotin:

"Ji destpêkê ve em Şoreşa Rojava ji nêzîk ve dişopînin.

Ji rola wê ya mezin a di warê têkoşîna li dijî terorê de zêdetir hûn model û ezmûneke demokratîk pêşkêş dikin.

Mirov nikare çavan li ber wê rolê bigire, nemaze ku ev ezmûn tevahî pêkhateyan herêmê hembêz dike û payeyeke bilind dide jinan."

“Em dê ji bo piştgiriyê hewl bidin”

Şandeya Îtalyayê diyar kir ku ew dê ji hikumeta Îtalyayê û civaka navneteweyî bixwazin ku erkên xwe li hemberî Rêveberiya Xweser bi cih bînin.

Aliyê Îtalyayê herwiha eşkere kir ku ew dê ji piştgiriya aborî û mirovî were pêşkêşkirin û ji bo naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser hewl bidin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin