Şandeyeke Ewropî bi Rêveberiya Xweser re civiya

Şandeyeke Ewropî bi Rêveberiya Xweser re civiya

.

A+A-

 Şandeyek Ewropî çû Rojavayê Kurdistanê û bi Meclisa Birêvebir a Rêveberiya Xweser re civiya.

Rêveberiya Xweser bi rêya hesabê xwe yê Facebookê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, şandeya Ewropayê “Kêfxweşiya xwe bi ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û îşaret bi rola stratejîk û pêşeng a HSD, Rêveberiya Xweserû gel a di tunekirina DAIŞê de” kiriye.

“Ev hevdîtin di çarçoveya xurtkirina têkiliyên navneteweyî de hat kirin”

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a li ser civînê bi vî şiklî ye:

“Îro şandeyeke Ewropî serdana Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şande ji aliyê Hevserokê Meclisê Hisên Osman û cîgirên hevserokatiya meclisê ve hat pêşwazîkirin.

Şande ji Endamê Parlamentoya Ewropayê û Hevserokê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê Martin Şîrdîwan, Alîkara Martin Şîrdîwan, Nora Friese Wendenberg, Cîgirê Rêveberê Weqfa Rosa Luxemburgê Philipp Degenhard, Nûnerê Dem Partiyê yê Saziyên Ewropayê li Strasboûrgê Fayîk Yagizay û şêwirmenda Fayîk Yagizay, Dr. Sara Glennê pêk dihat.

Di serdanê de her du aliyan geşedanên li herêmê nexasim ên li Sûriyeyê û yên piştî rûxandina rejîmê nîqaş kirin û wan tekez kir ku îro pêwîstiya Sûriyeyê bi hevgirtin û yekbûnê heye da ku karibe Sûriyeyeke ji hemû gelê Sûriyeyê re ava bike.

Meclisa Birêvebir her wiha derbarê projeya Rêveberiya Xweser û sîstema hevserokatiyê de agahî dan şandeyê û tekezî li ser serkeftina vê nimûneyê di xurtkirina pîvanên demokrasî û beşdariyê de û asoyên hevkariya hevbeş û pevguhertina pisporan hat kirin.

Şandeyê kêfxweşiya xwe bi ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman û îşaret bi rola stratejîk û pêşeng a HSD, Rêveberiya Xweser û gel a di tunekirina DAIŞê de kir.

Ev hevdîtin di çarçoveya xurtkirina têkiliyên navneteweyî û danasîna ezmûna demokratîk a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat kirin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin