Şandeke Pêşmerge ji bo gotûbêjkirina rûbirûbûna DAIŞê li Bexdayê ye

Şandeke Pêşmerge ji bo gotûbêjkirina rûbirûbûna DAIŞê li Bexdayê ye

.

A+A-

 Şandeke Wezareta Pêşmerge ber bi Bexdayê ve bi rê ket û du civînên girîng derbarê şerê li dijî DAIŞê de bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê re dike.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, îro 7/12/2021ê şandeke bilind a Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Emîndarê Giştî yê Wezaretê Cebar Yawer ber bi Bexdayê bi rê ket.

Diyar kir jî, şanda Wezareta Pêşmerge du civînên cuda dike, ya yekem bi Hewlgiriya Berevaniya Iraqê re ye û li Fermandariya Operasyonên Hevbeş tê kirin.

Destnîşan kir jî, civîna din jî li Wezareta Berevaniya Iraqê dibe, ji bo guftûgokirina li ser rewşa niha ya navçeyê, gefên teroristan, pêngavên derbarê çareserkirina pirsgirêkên di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de, ji bo bi hev re dûv DAIŞê biçin.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge amaje bi wê da, civînek di navbera Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge û Emîndariya Giştî ya Berevaniya Bexdayê jî tê kirin.

Da zanîn jî, “Civînên di navbera şanda Pêşmerge û Berevaniya Iraqê de berdewam in û her du alî bi armanca jinavbirina teroristan û dagirtina navçeyên ku valahiya ewlehiyê lê heye, di guftgoyan de ne. encamdana operasyonên hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşê de, ji karên pêşîne yên wan guftûgoyan e.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin