Şandeke PAKê li Başûrê Kurdistanê Seredana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir

Şandeke PAKê li Başûrê Kurdistanê Seredana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) Rêzdar Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirê Serokê Giştî û Berpirsê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Rêzdar Orhan Kaya û Endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Rêzdar Temo Ayas, roja 13.09.2022yê, li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê seredana Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê(PDKÎ) kir.

Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Rêzdar Mustafa Hicrî, endamên Navenda Birêveberîya Giştî ya PDKîyê Rêzdaran Mustafa Mewlûdî û Hesen Qadirzede, Berpirsê Çawderîyê ya PDKÎ Rêzdar Rustem Cîhangîrî, Cîhgirê Nevenda Îdarî Rêzdar Fûad Xakîbegî pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk ji ber yekbûna herdu baskên Hizba Demokrat pîrozbahîya PDKÎyê kir û ji ber vê pêşewazîyê spasîya Rêzdar Mustafa Hîcrî û heyeta PDKÎyê kir.

Herweha Rêzdar Mustafa Ozçelîk yekbûna herdu baskên Hizba Demokrat , ne bes wek destkeftineke Rojhilatê Kurdistanê, wek destkeftineke Bakurê Kurdistanê û hemû Kurdistanîyan pênase kir û hêvî kir ku ev yekbûna bi taybetî ji bo Bakurê Kurdistanê , di derbarê yekbûn û tifaqan da bibe nimûneyekê.

Rêzdar Mustafa Hicrî û heyeta PDKİyê jî spasîyên xwe anîn ziman û bi awayekî germ û dostane pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Herdu heyetan di derbarê xebatên partîya xwe da hevdu agahdar kirin û di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê, Tirkîyeyê, Îranê , Iraqê û Sûrîyeyê û rûdanên cîhanê û navçeyê da bîr û rayên xwe anîn ziman.

Di dawîya vê hevdîtinê da herdu alîyan jî tekezî li ser girîngî, domandin û xurt kirina dostanî û pêwendîyên herdu partîyan kirin.

Heyeta PAKê ji bo xwarina nîvro jî mêvanê PDKÎyê bû.

Hevdîtina heyetên PAK û PDKÎyê di atmosfereke germ, dostane û berhemdar da derbas bû.

14.09.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

1-294.jpg2-331.jpg3-306.jpg4-248.jpg5-188.jpg6-137.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin