Şandeke Kurdî digel Wezareta Derve ya Rûsyayê civiya

Şandeke Kurdî digel Wezareta Derve ya Rûsyayê civiya

Li ser vexwandina Wezareta Derve ya Rûsyayê şandeke Kurdî geheşt Moskowê û ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Michael Bogdanov civiyan.

A+A-

Li gor nûçeya K24ê, şandeke rewşenbîr û akadesyenên Kurd li ser vexwandina Wezareta Derve ya Rûsyayê, ji bo pirsa Rojavayê Kurdistanê geheşt Moskowê û li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Michael Bogdanov civiyan.

Endamê şanda akadesyenên Kurd Ekrem Onan li ser naveroka civîna bi Bogdanov ragehand: “Yek ji girîngtirîn pirsên bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê re guftûgo kirine, pirsa Rojavayê Kurdistanê bi taybetî ye û ya Kurd bi gelemperî bû. Em ji Wezarate Derve ya Rûsyayê têgihîştin ku ew amade ne alîkariyê bikin bo aliyên Kurdî nêzîkî hev bibin û rola navbênkariyê di navbera Kurd û çi hikûmeta Sûriyê û çi opozîsyona Sûriyê de bigirin. Helwesta Rûsyayê jî erênî bû.”

Herwaha endamê wê şandê Ehmed Elî jî ragehand: “Rûsya welatekî bi bandor e û me daxwaz jê kir ku roleke erênî di navbera çi Kurdan bixwe de û çi di navbera Kurd û Sûriyan de, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê bigrin ser xwe.”

Herwaha got: “Me daxwaz ji aliyê Rûsî kir ku tekeziyê li projeya Rûsî ya ji bo dirustkirina destûra Sûriyê ku tê de hatibû Sûriye federalî be û mafê otonomî ji Kurdan re hebe û careke din wê projeyê pêşkêş bike. Ji bo çawisandina Kurd li Sûriyê dubare nebe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin