Şandeke Îranê bi Serok Barzanî û serkirdeyên Herêma Kurdistanê re civiya

Şandeke Îranê bi Serok Barzanî û serkirdeyên Herêma Kurdistanê re civiya

.

A+A-

Şandeke Îranê li paytext Hewlêrê bi Serok Barzanî,  Serokê Herêma Kudistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civînek li dar xist. Hat diyarkirin ku di civînê de li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê dan û stendin hatine kirin.

Di hevdîtinên Şanda Îranê û serok û serkirdeyên Herêma Kurdistanê de rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê hatiye gotûbêjkirin û herdu aliyan jî tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îran kiriye.

Di daxuyaniya ku Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê belav kiriye de hatiye ragihandin ku di 10ê Nîsanê de şandeke Îranê  bi serpereştiya Balyozê berê yê Komara Îslamî ya Îranê yê li Iraqê Hesen Danayîfer, li Hewlêrê hevdîtin pêk haniye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin