Şandeke IPPNWE serdana malbata Şenyaşar kir

Şandeke IPPNWE serdana malbata Şenyaşar kir

.

A+A-

Şandeke Yekîtiya Pizîşkên Navneteweyî ya Rêgirîkirina Şerê Nukleerî (IPPNWE), ji bo piştgiriyê li pêş Dadgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê serdana malbata Şenyaşar kir ku 3 endamên wê malbatê ji aliyê kesûkarên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz ve hatine kuştin.

Çalakiya rûniştinê ya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar, ku 3 endamên wan ji aliyê kesûkarên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz ve hatin kuştin di 381emîn roja xwe de li ber Dadgeha Rihayê berdewam e.

Şandeke Yekitiya Pizîşkên Navneteweyî ya Rêgirîkirina Şerê Nukleerî (IPPNWE), ji bo piştgiriyê li pêş Dadgeha Rihayê serdana malbata Şenyaşar kir û ligel malbatê beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Cîgira Serokê Baroya Rihayê Fazîlet Taştan Arserim jî ligel şandê serdana malbatê kir.

Malbatê bi wêneyê ambulansa ku 14ê Hezîrana 2018an ketibû ber êrişê pêşwaziya şanda IPPNWE kir û derbarê dozê de zanyarî dan wan.

Ferit Şenyaşar got: “Di şer de kesek êrişî ambulansan nake. Lê ambûlansa ku birîndar vediguhestin, ket ber êrişê. Destê parlamenterê AKPê jî di êrişê de heye lewma dixwazin vê dosyayê bigirin. Pizîşkekî li nexweşxaneyê li ser hesabê xwe yê medya civakî derheqê êrişa li nexweşxaneyê de agahî parve kirin. Ev komkujî, li ber çavên dayika min hat kirin. Ev 4 sal in jî biryara nihêniyê li ser dosyayê heye û kesek jî nehatiye girtin.”

Li ser navê şandê jî endamê IPPNWê Dr. Med Gisela Penteker got: “Hûn bi vê çalakiya xwe hem dixwazin tawanbar bên girtin û hem jî dadmendî pêk bê. Heta dadmendî pêk neyê û tawanbar neyên darizandin, hûn ne dikarin xema xwe bixwin û ne jî li mala xwe rûnin. Bi taybet jî ji bo dayikê tiştekî gelek zehmet e ku her carê vê êşê tîne ziman. Dema em vegeriyan, em ê raporekê amade bikin. Eger destûra we hebe, em dixwazin nobeta we jî binivîsînin.” Şanda navbirî ligel malbatê demekê beşdarî çalakiya rûniştinê bû û piştre çûn.

Bûyer

Li navçeya Sirûcê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018ê di dema bangeşeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn. Kurekî Emîne Şenyaşar di dûkana xwe de û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Herwiha di şer de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin. Lê Serdozgeriya Rihayê 3 sal zêdetir e li ser bûyera nexweşxaneyê doz venekiriye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin