Şanda pilebilind a Amerîkayê piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir

Şanda pilebilind a Amerîkayê piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir

.

A+A-

Şandeke pilebilind a Amerîkayê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya û tekezî li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê kir. Şanda mêvan piştevaniya welatê xwe ya ji bo berdewamiya alîkarî û piştevaniya Iraqê û Herêma Kurdistanê dupat kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê li Hewlêra paytext pêşwaziya şanda ku ji Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Dana Stroul, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane û dîplomatên Balyozxaneya Amerîkayê yê Iraqê pêk hatibû kir.

Di civîna ku Serokerkanê Hêzên Pêşmerge û berpirsên Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûn, peywendiyên Amerîkayê yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga li ser çareserkirina pirsgirêkên wan hatin gotûbêjkirin û her wiha pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê û proseya çaksaziyê ya di nav Wezareta Pêşmerge de mijarên civînê bûn.

Di civînê de her wiha tekezî li ser wê yekê hate kirin ku DAIŞ heta niha jî hem li Iraqê û hem jî li Sûriyê metirsî ye û tekezî li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş di şerê li dijî metirsiya DAIŞê de ji bo parastina destkeftan hate kirin.

Şanda Amerîkayê dûpat kir ku ew dê di alîkarî û piştevaniya ku ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê têne kirin de berdewam bin.

Di hevdîtinê de tekezî li ser wê yekê jî hat kirin ku pêwîst e hewlên zêdetir bên dayîn da ku proseya çaksaziyê ya di nava Wezareta Pêşmerge de bi ser bikeve.

Şanda Amerîkayê spasiya hewldan û rola çalak a Nêçîrvan Barzanî di vê proseyê de kir û dûpat jî kir ku Amerîka li ser piştgîriya proseyê berdewam e.

Şanda mêvan her wiha silavên Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî gihandine Nêçîrvan Barzanî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin