Şampiyona Dêrsîmî: Min hêviyên keçên Dêrsîmê geş kirin

Şampiyona Dêrsîmî: Min hêviyên keçên Dêrsîmê geş kirin

.

A+A-

 Werzîşvana Kick Boksê ya şampiyona cîhanî Erivan Barut a xelka li Dêrsîma Bakurê Kurdistanê, bi serkeftinên xwe hêviyên keçên Dêrsîmê geş kirine.

Keça Kurd a Dêrsîmî Erîvan Barut ji malbateke hejar e, derfetên wê kêm in, lê serkeftinên wê mezin in. Herî dawî berî 10 rojan li Macarîstanê şampiyoniya cîhanî ya kick boksê bidest xist.

Erîvan Barur a tekane şampiyona cîhanî ya Dêrsîmî, ji Rûdawê re behsa çîroka serkeftina xwe kir.

Werzîşvana Kick Boksê Erivan Barut ji Rûdawê re got: “Cara yekem sala 2019an beşdarî şampiyoniya Tirkiyê bûm û ez bûm şampiyona Tirkiyê. Piştî wê jî min bawer kir ku ez dikarim vê werzîşê bikim. Destpêkê gelek kesan ji min re got; `Tu zarokeke keçikî, tu nikarî bikî, tu serkeftî nabî, jin nikarin bibin werzîşvan. Lê min guh neda gotinan, min li ser rêya xwe berdewam kir û ez bo gelek keçan bûm mînak.”

Erîvan Barut dibêje, kêfxweş e ku piştî serkeftinên wê hejmara ciwanên li Dêrsîmê dest bi werzîşa kick boksê kirine zêde bûye û dibêje bi serkeftinên xwe hêviyên keçên Dêrsîmê geş kirine

Barut herwiha got: “Niha hejmareke zêde ya Dêrsîmiyan dest bi kick boksê kirine. Gelek zarok tên hola werzîşê. Ez ji ber vê yekê gelekî kêfxweş im û şanaziyê pê dikim.”

Rahênerê Kluba Werzîşê ya Kick Boksê ya Dêrsîmê jî dibêje, Erivan ji bo ciwanên Dêrsîmê bûye mînakeke baş û bandoreke erênî li xelkê kiriye.

Rahêner Gursel Tayam jî got: “Şampiyoniya Erivanê di sê beşan de bo ciwanên me baş bû. Xelkê me ji ber ku Erivanê mînak werdigrin, êdî bêtirs zarokên xwe dişînin vê derê. Erivan di beşên boks, kickboks û muaythai de bû şampiyon. Em şanaziyê pê dikin.”

Erivanê piştî şampiyoniya cîhanî bê navber dest bi xebatan kiriye û armanca wê ya nû şampiyoniya olîmpiyata cîhanî ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin