Şam û Rojava ji bo sererastkirina Destûrê danûstandinê dikin

Şam û Rojava ji bo sererastkirina Destûrê danûstandinê dikin

.

A+A-

 Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku niha Desthilata Şamê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê danûstandinê li ser bendên danezana Destûrê dikin daku pêşnûmeya destûrî ya nû sererast bikin.

SOHRê daye zanîn, ev danûstandin ji bo peydakirina lihevkirineke siyasî û nûnertiya xelkê deshilata Rêveberiya Xweser tê kirin.

Hatiye diyarkirin, danûstandin ji bo destpêkirina rêyeke siyasî ye, dûrî şerê çekdarî û naskirina mafên Kurdan ên siyasî tê kirin

Hêjayî gotinê ye, 10ê Adarê Hêzên Sûriya Demokratîk û Şamê li hev kiribûn. Herwiha meha Nîsanê peymanek ji bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatibû îmzekirin.

ENKS jî û Rêveberiya Xweser jî li dijî pêşnûmeya Destûra Sûriyê derketibûn, bi sedema ku nûnertiya mafên pêkhateyan û bi taybet jî yên gelê Kurd nake.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin