Şam piştî rakirina cezayan bi êrişa li ser Kurdan tê tawanbarkirin

Şam piştî rakirina cezayan bi êrişa li ser Kurdan tê tawanbarkirin

.

A+A-

 Piştî rakirina cezayên navneteweyî, hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi êrişa li Kurdan tê tohmetbarkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku yekşemê li Dêrezorê bi dronan êrişî çeperên wan hatiye kirin.

Ev tohmeta bikaranîna dronan a ji aliyê hêzên girêdayî Şamê ve cidî ye û nêzîkî du hefteyan piştî guherîneke mezin tê ku li Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê Sûriyeyê de çêbû.

Di vê civîna Konseya Ewlehiyê de biryara rakirina cezayên li ser Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Navxwe hat dayîn.

Berê ji ber pêwendiyên wan ên bi El Qaîdeyê re ew di lîsteya terorê ya NYyê de bûn.

Amerîkayê serkêşiya vê hewldanê kiribû û dengdan beriya serdana Şer a Koşka Spî hat kirin.

"Derfetek li pêşiya Sûriyeyê ye"

Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz ji Rûdawê re got:

"Wekî ku Serok Trump berê amaje pê kiribû, niha derfetek li pêşiya Sûriyeyê ye da ku mezin bibe.

Derxistina navê Serok El-Şer û Wezîrê Karên Navxwe Xetab (ji lîsteya cezayan) alîkar e ji bo peydakirina derfeta herî baş ji bo gelê Sûriyeyê."

Ti welat li dijî rakirina cezayan derneket û ev yek nîşan dide ku Sûriye çawa bi lez rewabûna navneteweyî bi dest dixe.

Washington û Yekîtiya Ewropayê piraniya cezayên aborî yên li ser Şamê rakirine.

Îro pirsek derketiye holê ku Rûdaw li Neteweyên Yekbûyî dipirse: Gelo pêwendiyek di navbera zêdebûna rewabûna navneteweyî ya Şer û êrişa komên çekdar a li HSDyê d heye?

"Naskirin mijareke dualî ye"

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser vê mijarê got:

"Derbarê pirsa naskirinê de, ev mijareke dualî ye. Tiştê zelal ew e ku hikûmeta Şamê berpirsyariya parastina hemû gelê xwe hildigire, bêyî ku li netewe, ol yan her tiştê din binêre."

Rûdawê Duşemê bi rêya e-mailê pêwendî bi Nûnertiya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî kir da ku derbarê hewldanên Washingtonê yên ji bo zêdekirina rewabûna navneteweyî ya Şamê û êrişa li ser HSDyê bipirse lê bersiv wernegirt.

Li Neteweyên Yekbûyî, Balyozê Sûriyeyê mijûlî xurtkirina pêwendiyên welatê xwe yên bi cîhanê re ye.

Her bihêzbûna Sûriyeyê dibe ku di dan û standinên li ser paşeroja Sûriyeyê de bi ziyana HSDyê bişikê.

Xala herî mezin a nakokiyê asta desthilata hikûmeta navendî ye.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin