Salih Gedo: Ji bo vekirina deriyê Til Koçer hewldan hene

Salih Gedo: Ji bo vekirina deriyê Til Koçer hewldan hene

.

A+A-

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurdî li Sûriyê, Salih Gedo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku derbarê egera vekirina Deriyê Sînorî yê Til Koçer hin danûstandin çê bûne, lê ew hewldan hêj negihîştine ti encamekê.

Salih Gedo ji Rûdawê re got, “Li gorî zanyariyên min berî demekê civînek hat sazkirin, hikûmeta Iraqê, Rêveberiya Xweser û nûnerê Neteweyên Yekbûyî tê de beşdar bûn û aliyê Rûsî jî xwedî rolek e di vê mijarê de, ku danûstandin ji bo vekirina Deriyê Til Koçer çê bûne.”

Gedo got, “Deriyê sînorî yê Til Koçer deriyekî navdewletî ye û giraniyeke wî heye, berê jî gelek hewl hatine dan ji bo vekirina wî deriyî, lê bi sedema vetoya hin aliyan ew hewl bisernediketin, lê vê carê hin gav hatine avêtin ku li gorî rêkeftineke Iraqî ligel Rêveberiya Xweser derî vebe, lê hêj ew negihiştine ti encaman, ji ber ku hikûmeta Sûriyê bûye kelem li pêşiya wê yekê, bi taybetî hinek nakokî derbarê pirsa gumrikê hene.”

Gedo tekez kir, tevî ku hewldan û danûstandin hene ji bo vekirina deriyê Til Koçber lê “Heta niha ti encamên berbiçav ji wê danûstandinê derneketine.”

Derbarê pirsa hildana ala hikûmeta Sûriyê û hebûna fermanberên hikûmetê jî li deriyê Til Koçer, Salih Gedo got, “Ez bawer im ne problemeke mezin e, ji ber ku ev pirs çareser dibe.”

Gedo ji Rûdawê re behsa Deriyê Sêmalka jî kir û got, bandoreke mezin a girtina wî deriyî li ser Rojavayê Kurdistanê heye, ji ber ku ew take deriyê vekirî ye ji xelkên Rojavayê Kurdistanê re. Herwiha got, “Me pênc partiyan dest bi destpêşxeriyekê kir, û fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdê dît, herwiha me cîgirê şandiyê Amerîka ji bo Sûriyê (Matthew Pearl) dît, ji bo vekirina Deriyê Sêmalka, me xwest ku ew alî derbarê vekirina Deriyê Sêmalka, bi rolekê rabin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin