Salek bi ser rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê re derbaz dibe

Salek bi ser rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê re derbaz dibe

.

A+A-

 Ev salek e ku Hikûmeta Îraqê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo sûkên cîhanê rawestandiye, vê yekê jî nêzî 11 milyar dolaran zirar gehandiye dahata wê.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê li roja 25.03.2023ê yanî berî salekê hat rawestandin. Bexda, Hewlêr û Enqere mijûlî danûstandinan in ji bo ku careke din petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin. Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bilî ku zirar gehandiye budce û jêrxaneyên Îraqê û Herêma Kurdistanê, herwesa bûye sedema kêmbûna nêzî nîv milyon bermîlên petrolê li sûka enerjiyê ya cîhanê.

Kompaniyên navdewletî yên warê petrolê li Herêma Kurdistanê Hikûmeta Îraqê bi wê yekê tometbar dike ku boriya petrolê amade ye lê ew naxwaze hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê destpêkirin.

Berdevkê Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) Myles B. Caggins duhî (Yekşem, 24.03.2024) tevlî odeya nûçeyan a K24ê bû û ragehand, “Ji bo ku Sûdanî desthilatdariya xwe û serweriya Îraqê biselimîne, divê di serdana xwe ya ji bo Waşintonê de biryara destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bide”.

Myles B. Caggins got, “Em li Apikurê li wê bawerê ne ku serdana Sûdanî ji bo Waşintonê baştirîn derfet e ku biryarê li ser destpêkirina weberhênanê û hinardekirina petrolê li Herêma Kurdistanê bide. Serokwezîr Sûdanî berpirs e û serkirdeyê hikûmetê ye. Bê goman ez dizanim welatên cîran bandor li ser siyaseta Bexdayê û sîstema Dadgeha Federalî ya Îraqê heye. Tevî wê yekê jî, ev ji bo Serokwezîrê Îraqê derfet e ji bo ku diyar bike ew serkirdetiya welatekî xwedî serwerî dike û dikare bandor li ser hikûmeta xwe û serkirdeyên siyasî hebe ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê, vê jî dê feyde ji bo tevaya xelkê Îraqê hebe”.

Yek ji arêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê peymanên kompaniyên petrolê yên navdewletî û xwerciyên berhemanîna petrolê ye.

Berdevkê Apikurê di wî warî de got, “Îraq her roj bi 800 hezar dolaran tê sizadan ji ber ku nekariye şertên lihevkirina boriya petrolê ya Îraq - Tirkiyeyê bi cih bîne. Vê yekê jî bandor li ser navdariya Îraqê heye. Ji ber pabendnebûn û rêznegirtina li peymanan, daxwaza bazirgan û weberhênerên cîhanî ji bo karkirin û weberhênanê li Îraqê kêm dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin