Şahidê Komkujiya Dersimê di 93 saliya xwe de koça dawî kir

Şahidê Komkujiya Dersimê di 93 saliya xwe de koça dawî kir

.

A+A-

Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat, di 93 saliya xwe de koça dawî kir. 

Bego (Bedrî) Polatê ji şahid û mexdûrên Komkujiya Dersimê ya 1938an ku di Komkujiya Dersimê de dê û 3 birayên wî li ber çavên wî hatibûn qetilkirin, do êvarî koça dawî kir.

Hat ragihandin ku, Polat ji ber hin nexweşînên xwe du rojên dawî li nexweşxaneyê dihat dermankirin. 

Bego Polat, behsa bûyerên qetlîama salên 1937-1938’an li Dersimê, ji keça xwe re kiriye û keça wî jî nivîsiye. 9 salî bûye gava dê û 3 xwişk û birayên wî li ber çavên wî hatine qetilkirin. Cenazeyan diavêjin avê, Bego Polat bi birîndarî difilite. Tiştên ew sal bi serê Polat de hatine, ji aliyê keça wî Rose Polat Agûn ve hatine nivîsîn û wek pirtûk hatiye weşandin.  Agûn, ji zarokatiya xwe ve tiştên bavê wê behs kirine, nivîsîne. Piştî amadekariya bi du salan, bi navê “Dersim 1938 ve sonrası“ wek pirtûk hatiye weşandin. Bego Polat, li gundê Korkez ê girêdayê Dersimê çêbûye. 6 xwişk û bira bûne. Şahidê qetlîama herî mezin a li Dersimê Bego Polat e. Li gor ku di pirtûkê de tê behskirin; beriya qetlîamê leşker serê sibehê Hasan Polat ê bavê Bego dibin qereqolê. Lê çend roj di ser re dibuhure deng jê nayê. Ji wê boneyê du kekên Bego, Alî û Huseyîn, biryara gihîştina berxwedêran didin. Leşker, dayik Humar û xweh Elîf, bira Bira (4) û Hatîce (6) û dibêjin qey wî jî jiyana xwe ji dest daye, bi cenazeyên din re diavêjin avê. Polat, piştî ku ji avê derdikeve, ferq dike du pêçiyên jê bûne. Bi wî halî xwe digihîne gund û alîkariyê ji gundiyan dixwaze. Bi pişt re wî digihînin ba kekên wî yên li serê çiyayan, heta ku Qanûna Efûyê tê derxistin, bi wan re li serê çiyayan dimîne û ji qetlîamê xelas dibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin