Rûsyayê qada asmanî ya Estonyayê binpê kir, NATOyê midaxele kir

Rûsyayê qada asmanî ya Estonyayê binpê kir, NATOyê midaxele kir

.

A+A-

 Aloziya di navbera Yekîtiya Ewropayê (YE) û Rûsyayê de bi binpêkirina sêyemîn a qada asmanî re derbasî qonaxeke nû bû.

Piştî ku Rûsyayê pêşî bi dronan qada asmanî ya Polonyayê binpê kir vê carê balafirên şer mafên serweriya Estonyayê binpê kir.

Li ser van geşedanan daxuyanî li pey hev hatin dayîn.

Estonyayê bertekeke tund nîşan da û Yekîtiya Ewropayê jî piştgirî da wê. NATOyê jî ragihand ku jetên Rûsyayê yekser hatine rawestandin.

Estonya: "Binpêkirina herî cidî ya îsal e"

Rayedarên Estonyayê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê tam 12 deqeyan qada asmanî ya welêt binpê kiriye.

Li gorî agahiyên saziya weşana giştî ya Estonyayê (ERR), 3 balafirên şer ên Rûsyayê yên cureyê MiG-31 serê sibehê bêyî destûr ketine qada asmanî ya Estonyayê.

Balafirên şer ên Rûsyayê, li derdora Girava Vaindlooyê 12 deqeyan di nav qada asmanî ya Estonyayê de mane û wan serweriya welêt binpê kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Estonyayê Margus Tsahkna di nirxandina xwe de bi bîr xist ku Rûsyayê îsal 4 caran qada asmanî ya Estonyayê binpê kiriye û got:

"Binpêkirina îro ya bi ketina sê balafirên şer a nav qada me ya asmanî xwedî taybetiyeke bêhempa ye."

Wezîr Tsahkna bal kişand ser wê yekê ku divê li hemberî hewldanên Rûsyayê yên ceribandina sînoran û helwesta wê ya êrişkar a zêde, zextên siyasî û aborî bên xurtkirin.

Yekîtiya Ewropayê hişyarî da Moskowê: "Provokasyoneke gelekî xeter e"

Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Kar û Narên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê Kaja Kallasê binpêkirina qada asmanî ya Estonyayê ya ji aliyê balafirên Rûsyayê ve wekî "provokasyoneke gelekî xeter" bi nav kir.

Kallasê li ser platforma Xê daxuyaniyek da û binpêkirina qada asmanî ya Estonyayê wekî geşedaneke ku nayê qebûlkirin nirxand û biland:

"Ev rewş tê wateya ku di rojên dawî de cara sêyemîn e qada asmanî ya Yekîtiya Ewropayê tê binpêkirin û ev yek dibe sedema zêdebûna aloziya li herêmê.”

Wê destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropayê bi awayekî tam piştgiriyê dide Estonyayê û anî zimên:

"Pûtîn biryardariya Rojava diceribîne. Di vê nuqteyê de gelekî krîtîk e ku em lawaziyê nîşan nedin."

Li aliyê din, NATOyê ragihand ku jetên Rûsyayê qada asmanî ya Estonyayê binpê kiriye lê ji aliyê Hevpeymaniyê ve yekser bersiv hatiye dayîn û balafir hatine rawestandin.

Daxuyaniya NATOyê: Yekser midaxele hat kirin

Berdevka NATOyê Allison Hartê li ser platforma Xê derbarê binpêkirina qada asmanî ya Estonyayê daxuyaniyeke fermî da û got:

"Jetên Rûsîyayê îro serê sibehê qada asmanî ya Estonyayê binpê kir. NATOyê yekser bersiv da vê rewşê û balafirên Rûsyayê rawestandin."

Berdevka NATOyê bal kişand ser wê yekê ku bûyera qewimî, delîleke din a "tevgera bêperwa ya Rûsan" û kapasîteya bersivdanê ya NATOyê ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin