Rûsya ji hin deverên Idlibê vekişiya

Rûsya ji hin deverên Idlibê vekişiya

.

A+A-

Pisporekî karûbarên Îranê li Sûriyê, ji parêzgeha Idlibê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku hêzên Rûsyayê ji hinek deverên gundewarên Idlibê vekişiyane.

Beşek ji hêzên Rûsyayê ji hinek navçeyên Sûriyê vekişiyane û di rêya binkeya Himêmîmê re vegeriyane welatê xwe da ku bo Ukraynayê bên şandin. Li şûna hêzên Rûsî, milîsên ser bi Îranê tên bicîhkirin.

Humam Îsa el-Şex, pisporê karûbarên Îranê li Sûriyê, ji parêzgeha Idlibê ji Tora Medyayî ya Rûdawê hinek cihên ku hêzên Rûsî jê vekişiyane û çekdarên ser bi Îranê li şûna wan cîh girtine eşkere kirin.

Pisporê Karûbarên Îranê li Sûriyê Hûmam Îsa el-Şêx anî ziman, "Deverên ku hêzên Rûsî jê vekişiyane, li Xan Şêxûn û Mieret el-Numan gundewarên Idlibê ne, Balefirxaneya Tîfor li Himsê, li hinek xalên serbazî li Deraa û Qunêtra û li şûna wan hêzên milîsên ser bi Pasdaran ve hatine dîtin piştî ku ji aliyê hêzên Rûsî ve beriya çend rojan hatibûn valakirin."

Îsa el-Şex ji Rûdawê re aşkere kir ku piştî vekişîna hêzên Rûsî, Xalid el-Hisên, berpirsê giştî yê Lîwaya el-Baqir ku girêdayî Pasdaran e, serdana Îranê kiriye û piştî vegera wî, milîsên ser bi Îranê ji bo parêzgeha Idlibê hatine şandin.

Hûmam Îsa el-Şêx got, "Hêzên serbazî yên Hizbullaha Libnanî û Lîwaya Fatimyûn û Lîwaya el-Baqir ku pasdaranê Îranê piştevaniya wê dike gihiştine gundewarên Idlibê. Piştî vekişîna hêzên Rûsî ji hinek xalên serbazî li gundewarên Idlibê, Xalid el-Hisên berpirsê giştî yê Lîwaya el-Baqir serdana Tehranê kir û piştî vegeriya, hêzeke zêde ji Helebê şandine Idlibê daku valahiya piştî vekişîna hêzên Rûsî tejî bike."

Piştî ku Serokê Sûriyê Beşar Esed, daxwaza piştîvaniya serbazî ji Rûsyayê kir, roja 30ê Îlona sala 2015an, hêzên esmanî yên Rûsyayê dest bi êrîşên li dijî hêzên opozisyona Sûriyê kirin.

Destwerdana serbazî ya Rûsyayê bû sedema kontrolkirina piraniya navçeyên ku berê di jêr destê opozisyona Sûriyê de bûn.

Çavdêr û lêkolerên stratejîk derbarê dosyeya Sûriyê de dibêjin wek çawa destwerdana hêzên Rûsî bandoreke yekalîker li rewşa meydanî ya şerê Sûriyê kirin, wiha jî dê bandoreke mezin a vekişandina hêzên Rûsî ji Sûriyê li ser rewşa wî welatî bike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin