
Rûsya dixwaze li Sûriyeyê bimîne
.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ew ji bo parastina hebûna xwe ya sereke ya leşkerî bi serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê re di nava dan û standinan de ne.
"Sûriye dixwaze em bimînin"
Sergey Lavrov li Moskowê ji kanala Al-Arabiyayê re da zanîn ku xelkê Sûriyeyê dixwaze hebûna Rûsyayê bidome û got:
“Derbarê tesîsên me yên leşkerî de, dan û standin didomin. Bila ez ducare bikim, xelkê Sûriyeyê dixwaze hebûna me bidome.
Ev baregeh her çend êdî ne tenê wekî beriya Kanûna Pêşîn a 2025an ji bo armancên leşkerî bin jî, ji bo ku bibin navendên mirovî gelekî guncav in."
Lavrov diyar kir ku ew amade ne alîkariyên xwe yên mirovî bi rêya wan baregehan bişînin û got:
“Sûriye xaleke transît ya guncav e. Em amade ne ku alîkariyên xwe yên mirovî -di nav de yên ji bo Afrîkayê jî- bi rêya van tesîsan bişînin.
Em dê kêfxweş bibin ku dewletên din jî van platforman ji bo şandina barên mirovî û sivîl ên ber bi parzemîna Afrîkayê ve bi kar bînin.”
"Hebûna me faktoreke aramiyê ye"
Lavrov amaje pê kir ku hebûna Moskowê ya li Sûriyeyê, bi taybetî li Himêmîm û Tertûsê, "wekî faktoreke aramiyê ya li hemberî lîstikvanên din" tê dîtin.
Lavrov da zanîn ku Îsraîl bi avakirina pêwendiyan bi Durziyên re bandora xwe li başûr zêde dike.
Dîplomatê payebilind ê Rûsyayê her wiha destnîşan kir ku xuya ye planeke Amerîkayê heye ku ji bakurrojhilatê Sûriyeyê vekişe û bangî Amerîkayê kir ku vekişînê “bi awayekî ku gefên nû dernexe holê” bike.
Sergey Lavrov hişyarî da û got, li wê herêmê kampên DAIŞê bêxwedî mane û nêzîkî 10 hezar çekdarên girtî belavî Îraqê û derveyî wê bûne.
Lavrov got ku eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin dibe ku bibe sedema aloziyeke mezintir a herêmî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin