Rûsya: Çekdarên li Qerebaxê hatine dîlgirtin bi erebiya Sûrî diaxivin

Rûsya: Çekdarên li Qerebaxê hatine dîlgirtin bi erebiya Sûrî diaxivin

.

A+A-

Balyozê Rûsya yê Enqerê Aleksey Yerkov di hevpeyvîneke ligel ajansa rûsî Interfaxê de got ku li Qerebaxê hejmarek çekdarên ji Sûriyê hatine dîlgirtin û diyar kir, “Anîna milîtanan bo vê derê,dibe sedema metirsî û fikarên mezin.”

Yerkov li ser pirsa ku Tirkiye ji Sûriye û Libyayê çekdaran dişîne herêma şer wiha axivî:

“Mixabin em agahiyên hebûna çekdaran li herêmên cuda yên şer distînin. Wek mînak di vîdyoyên mikurhatinên hin çekdarên hatine desteserkirin de, em dibînin ku bi zaravayê erebî yê Sûriyê diaxivin. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ne tenê beşdariya çekdaran a nava şer herwiha mirina bi zêdetirî du sed çekdaran jî rapor dike.”

Yerkov gotiye, rayedarên Rûsî hebûna çekdaran wekî sedema metirsî û nîgeraniyeke mezin dinirxînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin