Rûsya, Belarus û Myanmar ji bo merasîma cenazeyê Şahjina Brîtanyayê nehatin vexwendin

Rûsya, Belarus û Myanmar ji bo merasîma cenazeyê Şahjina Brîtanyayê nehatin vexwendin

.

A+A-

 Rûsya, Belarus û Myanmar, ji bo merasîma cenazeyê Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem ku wê di 19ê Îlonê de birêve biçe nehatin vexwendin.

Li gor medyayên cîhanî ji çavkaniyên hikûmeta Brîtanyayê diyar kirin, di dawiya hefteya borî de vexwendname ji bo hemû welatên cîhanê hatiye şandin, da ku di merasîma cenazeyê Şahjin Elizabetha Duyem de amade bin.

Hat zanîn ku vexwendname ji bo welatê Rûsyayê nehatiye şandin, ji ber êrîşên wê yên ser Ukraynayê, herwiha welatê Belarus jî ji ber ku piştevaniya êrîşên Rûsyayê dike.

Herwiha hat ragihand,n ku ji ber kudetaya leşkerî ya bi ser hikûmetê de ku sala borî hatibû kirin, xwendname ji welatê Myanmarê re jî nehatiye şandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin