Ruşen Arslan: Notek bo dîrokê

Ruşen Arslan: Notek bo dîrokê

.

A+A-

Ruşen Arslan

Damezrênerê hereketa Rizgarî parêzer Ruşen Arslan ser kuştina Mursel Delen  nivîsek  weşand ( 9.03.2024). Wê nivîsê ,çend rastîyên weşartî derxist holê û bal kişand ser brîn û alozîyên di nav grubên Kurd de. Birêz Ahmet KANÎ ew maqale wegerande Kurdî. Ji bo ku Kurdî axef jî bixwînin, wîya pêşkeşî xwendevanan dikim.

İkram Delen

 DI “ANATOMÎYA MIRINEKÊ” DA ÇEWTÎYA SERGIRTINA HEQÎQETA RIKBERÎYA SÎYASÎ

  Her ku temenê meriv zêde dibe dema jîyana meriv kêm dibe. Her dema ku jîyana meriv kêm dibe, meriv bêtir qîmeta demê dizane. Hin tiştên ku her kes berî mirina xwe dixwaze bike hene. Lê nayêzanîn dê mirin kengê were. Tew ji bo kesên wek min ku bi tirsa “Gelo ez ê îro bi mirina kê ra rû bi rû bibim?” her roj li Facebookê dinêrin û kesên ku bi tirsa “Gelo mirina min dê berî bicihanîna tîştên dixwazim bikim be?” dijîn, dem bêtir bi qîmet dibe.

Li ser demê gotinên gelek xweş hene. Ji vana yek jî: “Dem di jiyanê da bi du awayan diherike. Heya ku meriv nefesê digire, dem a te bixwe ye. Ya din bûyer û kêliyên ku hûn bûne şahid in.” Ya duyem, ango bûyer û kêliyên civakî ji ber ku hûn bûne şahid, giştî ne. Ew ne tenê ji we ra taybetî ne. Erkek dîrokî yeku civak û kesên pêwendîdar jî bi bûyerên civakî yên ku we şahidî kiriye agahdar bikin.

Min beşa jiyana xwe ya heta sala 1985an, dema ku min wek penaber li Ewropayê dest bi jiyana xwe kir, di pirtûka bîranînên xwe ya bi navê “Cim Karnında Nokta/Xala di Zikê Cîmê da”yê da weşandibû.

Nivîsandina yên piştî wê jî kiribû rêzê. Du hevalên min ên nêzîk xwestin ku hemû bîranînên min bi awayê hevpeyivîneke çemî (li peyhev) di pirtûkekê da bên berhevkirin. Min bi kêfxweşî ev pêşnîyaz qebûl kir, ku dê min ji nivîsandina pirtûkek nû xilas bike û wext bide min ku ez tiştên din binivîsim. Me ji bo pirtûkê dest bi hevpeyvînan jî kir. Temamkirina hevpeyivînan û veguhertina wan di pirtûkê da bi xîreta hevkarên ku vî karî radigirin ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê ez nikarim demê dîyar bikim.

Ez difikirîm ku di cilda duyemîn a bîranînên xwe da li ser mirina Mursel Delenî yê ku di veqetîna Rizgarî-Ala Rizgarîyê da cihekî girîng girtibû, binivîsim. Dema hevpeyvîna lipeyhev (çemî) derket, min nexwest nivîsandinê ji bo demeke nediyar bihêlim. Min di 45. salvegera wefata wî da nivîsandina wî wek erkeke wijdanî dît.

 Li ser berfirehkirina ‘efîya giştî ya sala 1973 yan ji alîyê Dadgeha bilind ve, girtîyên doza Komeleyên Çanda Rojhilat ên Şoreşger (DDKOyê) di sala 1974an da, hatibûn berdan. Di heman salê da di civîna me bi hevalên ku em dikarin bi hev ra tevbigerin çêkiribû, da, biryar hat girtin ku piştî avakirina bîrdozîyê (îdeolojî) bi dawî bibe em ê xwe bi rêxistin bikin. Di heman civînê da biryar hat girtin ku weşanxaneyek were avakirin û kovareke ku xizmeta avakirina bîrdozîyê bike were weşandin. Weşanxaneya Komalê û kovara Rizgarîyê ku dê xizmeta avakirina îdeolojîk bikin, li ser vê biryarê hatin avakirin.

Kovara Rizgarîyê di 21ê Adara 1976an da dest bi weşanê kir. Girseyeka mezin a alîgiran ava bû ku nêrînên di kovarê da parve dikirin. Di sala 1978an da me hê avakirina îdeolojîk temam nekiribû. Ne diyar bû ku em ê kengî temam jî bikin. Yên ku nêrînên Rizgarîyê qebûl kirin jî li hêviya avakirina rêxistineke siyasî bûn. Ji ber nebûna rêxistinek siyasî, erozyona di nav alîgiran da dest pê kiribû.

Partiyên kurd ên îllegal ên heyî ji bo wan bûbûne navenda cazîbeyê. Di vê serdemê da pêşniyaza min a rêxistinbûnê ji aliyê Redaksiyona Rizgarîyê ve bi hinceta “avakirina bîrdozî bi dawî nebûye” nehat qebûlkirin. Lê xitimîna siyasî hem di nav alîgiran û hem jî di nav Redaksiyona Rizgarîyê da dibû sedema nerazîbûn û nîqaşan. Di encamê da desteya weşanê  dubendî derket û bi vî awayî veqetîna Rizgarî û Ala Rizgarîyê çêbû.

Ravekirina sedemên veqetînê û nîqaşên piştî veqetînê di çarçoveya vê gotarê da nepêkane. Lê belê sedemên îdeolojîk û tesbîtên ku wê demê ji aliyê Rizgarî û Ala Rizgarîyê ve dihatin parastin, rastiyê nîşan nedidan.

Ji ber ku nîqaş û pêşbazîya demokratîk nedihat hezmkirin, nîqaşên gelekî tund û hilweşîner dibûn. Dihawireke wiha da, li Stenbolê li Wargeha Xwendekaran a Wanê, nîqaşa di navbera ciwanên her dualîyan da bi şer û pevçûnê diqewime û piştre ciwanekî alîgirê Rizgarîyê ku bi Mursel Delenî ra şer kiribû; Mursel Delenê xwendekarê zanîngehê, Midûrê Wargeha Xwendekaran a Wanê, dikuje. Kujer jî ciwanekî xwendekarê zanîngehê bû. Mürsel birayê Îkram Delenî bû ku di heman demê da endamê Desteya Edîtoran a Rizgarî bû, ku piştre jê derket û di nav koma ku Ala Rizgarîyê ava kir da cih girt.

Min kuştina Mursel Delenî di dema gera bi otobusê da, ji nûçeyên radyoyê bihîst. Ez bi bûyerê gelek xemgîn bûbûm. Ji bo fêrbûna rastîya bûyerê ez bêsebir dibûm. Wê demê min li Edeneyê parêzerî dikir. Di nav kaosa bûyerê da, bi navê “Anatomîya Mirinekê” ku ji aliyê hevalekî ji Redaksîyona Rizgarî ve hatiye nivîsandin û di Redaksîyona Rizgarîyê da -bi kêmanî bi min ra- nehatibû nîqaşkirin, daxuyaniyek hat weşandin. Di deklerasyonê da sûcdarkirinên ku Mürsel Delenî qet heq nekiribûhebûn.

Hem qetilkirina Mursel Delenî bi neheqî û hem jî gotinên nerast yên der barê Murselî da di daxuyaniya li ser bûyerê da hatin weşandin li hemberî me bertekek mezin çêkir. Bertek bû sedem ku bi taybetî ciwan alîyê Ala Rizgarîyê tercîh bikin. Ji ber ku Mürsel Delen di nava ciwanan da xortek welatparêz, pêbawer û pir dihat hezkirin bû. Ji ber vê yekê nîqaşên li ser veqetînê ku divê di astaşaristanî da bên kirin her ku çû tûjtir bûn.

Hevalê ciwan ku kiryarê bûyerê bû, bi biryara xwe û bi tevgereke zêdeyê hedê xwe bi serê xwe sûckiribû. Lê gelo ew bi tenê tewanbar bû? Ma berpirsîyarîya me her du alîyan ya siyasî tunebû ku menikarî hevrikiya siyasî di çarçoveya pîvanên şaristanî û demokratîk da bihêlin?

Li ber raya giştî li dij nebûna daxuyaniya ku piştî bûyerê ji aliyê heyetê ve nehatibû qebûlkirin, tê wateya hildana berpirsyariya daxuyaniyê. Ji ber ku ez wek şexs xwedî vê berpirsyariyê me, bi salan min hewl da ku tiştê pêwîst bikim. Îkram Delen jî li hemberî zextên siyasî yên hevalên xwe û daxwaza tolhildanêya xizmên xwe rawestiya û bi berpirsiyariyeke welatparêzî tevdigeriya ku di wan rojan da ne hêsan bû. Nehişt ku bûyer zêde bibin. Min ev tevgera mînak a Îkram Delenî her tim ecibandîye û di herderdorê da anîye zimên.

Derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê weke sîlîndîrrekî di ser me ra derbas bû. Girtîgehên leşkerî yên rewşa awarte bi kurdên siyasî tijî bûn. Bi taybetî jî hovîtî û îşkenceya li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a

Dîyarbekirê, veqetîna rêxistinî û bîrdozî ya di navbera girtiyên siyasî yên Kurd da xistibû paş. Eşkere bû ku eger kurd bi hev ra tevnegerin, tu tişt bi ser nakeve. Diviyabû li derve jî tevgereke hevpar wek a li hundir bibûya bingeha siyasetê.

Em li ser van mijaran bi hevalên ku em li girtîgehê bûn ra diaxivîn. Me li hev kiribû ku pêwîste li ser yekîtî û tifaqan xebat bên kirin. Dema em ji girtîgehê derketana em ê di vî warî da bixebitîyana.

Piştî ku di 3yê Cotmeha 1979an da ez ketim girtîgehê, Rizgarîyê cara yekem gavan ji bo rêxistinbûnê avêt û biryar da ku li welêt bimîne û bixebite. Ji bo ku di şert û mercên rewşa awarte da xwe bi rêxistin bike gelek xebitî. Lê ew derbeyên ku di dema cûntaya leşkerî da xwar, nehişt ku ew bigihîje armanca xwe. Kadroyên li derve, kadroyên rêxistina destpêkê yên ku nehatine girtin û em ên ku piştre ji girtîgehê derketin, di sala 1987an da bi damezrandina Partiya Rizgariya Kurdistanê (PRKê) bûn partî.

Ez wek damezrênerê PRKê di rêveberiya navendî da bûm û berpirsê karûbarên derve yê partiyê bûm. Min di xebatên xwe yên siyasî da, her tim biryara xebata yekitî û tifaqê ku di girtîgehê da hatibû dayîn, di rêza herî pêş da girt û di vî warî da xebat kir. Min pêwîst dît ku ji me, ji Ala Rizgarîyê ku tu bingeha wê ya bîrdozî ya ji hev veqetînê tunebû, dest pê bikim. Dema ku min di vî warî de dest bi xebatê kir, ez rastî daxwaza ​​xwerexnekirinê ya di derbarê kuştina Mursel Delenî da hatim. Hevalên Ala Rızgarîyê di daxwaza xwerexnekirina me da mafdar bûn. Çunku hem kuştox ji em bû hem jî bi daxuyaniya ku me weşand, me bi neheqî û bêbingeh yê ku hatî kuştin tawanbar kir.

Bi dîtina min, alîyê dijwar ne xwerexnekirin bû, lê çawakirina wê bû. Çunku deynek me yê xwerexnekirinê ji Mursel û hevalên wî ra hebû. Gelek sal derbas bûbûn û nifşek nû mezin bûbû ku ne bûyerê bihîstibû û ne jî dizanîbû. Xwerexnekirina ku bi salan şûnde bê kirin, ger di rewşek rast da were kirin dê watedar û bi bandor be. Li virê form bi qasî naverokê girîng bûbû. Ez li ser xwe rexnekirinê gelek fikirîm. Mîna ku min her gav dikir, ez bi rojan bi tenê di nav daristanê da meşiyam, li formulan geriyam. Min di dawiyê da formul dîtibû. Di sala 1989an da min biryar da ku ez berpirsiyariya Ewropayê ya Rizgarîyê ji hevalekî ku ji min biçûktir bû, têkiliyên wî yên însanî yên baş hebûn, zaravayên Kurmancî û Kirmancî (Zazakî) yên kurdî û almanî baş dizanibû, ra bihêlim. Di vê mijarê da min erêkirina navenda partiyê jî wergirtbû. Min ê di civîna giştî ya rêxistina Rizgarîyê ya Ewropayê da axaftinek bikira, hesab bida hevalên ku li Ewropayê bi wan ra xebitîbûm û di vê axaftinê da min ê di beşa dîrokçeya Rizgarî da qala kuştina Murselî jî bikira. Dema axaftina min di kovara Rizgarîyê ku li Ewropayê diweşîya, da bihata weşandin dê pirsgirêka xwerexnekirinê jî çareser bibûya.

Di vê heyamê da têkiliyên navxweyî yên rêxistinê ne baş bûn. Di navbera rêveberên navendê da ahengek nemabû. Bi kêmanî di derbarê siyaseta partiyê da nakokiyên min bi Serokê Giştî ra hebûn.

Ez li ser kuştina Mursel Delenî di civîna rêxistina Rizgarîyê ya Ewropayê da wiha axivîbûm:

“Helbet veqetîna sala 1978an cudabûneke ku divîyabû nebûya û ji bo Kurdistanê jî bêşansîyek bû. Ger di wê demê da em gihîştîbûna kamilîyeka siyasî, belkî me dê karibûya rê li ber veqetînê û bûyerên nexwestî yên piştî cudabûnê bigirta. Bi vê awayê, ez dixwazim behsa bûyerek mirinê bikim. Parçebûna tevgera me ya siyasî, alîyan xiste nava têkoşîneke bêsûd ku îro jî bi giştî nayê pejirandin. Vê tekoşîna bêsûd bûyerên nebaş ên ku bi salan e em pê diêşin afirandiye. Yek ji van jî kuştina Mursel Delenî ye. Ev bûyera ku di encama reftara hevalekî me yê ciwan yê berê da, di dema şer da rû da, ne bûyereke ku Rizgarîyê sazkiriye bû. Her wiha Mursel Delen jî sûcdariyên di deklerasyonê da heq nekiribû. Di dîroka Rizgarîyê da li dijî hêzên şoreşger ên welatparêz êrîşek nîne. Ev tiştek e ku em her dem şermezar dikin. Bê guman, ne mimkûn e ku rêxistinek ku vê yekê wekî prensîba xwe qebûl kiriye, bûyerek weha organîze bike. Pêwîst bû ku ev yek di şerê ciwanan da weke tundiyekê were dîtin û di nava wan sînoran da were hiştin. Di vî warî da tê dîtin ku nêzîkatiya alîyan a li ser mijarê çewt e. Rêxistina me ji zû da biryar daye ku daxuyanîya der barê Mursel Delenî da çewt e, bêyî ku bi Platforma Ala Rizgarî re hevdîtinên yekîtiyê pêk bînin. Tevî ku dereng be jî, ez erkê xwe dibînim ku di civîna Rizgarîyê ya li Ewropayê da vê yekê rave bikim.”

Weka ku min berê jî behs kiribû, armanca min ew bû ku ez xwerexnekirinek wisa bikim ku di şekl ûdemê da ne beloq be. Bi vî awayî me dê rê li ber yekbûn û tifaqan jî vekirana. Ger hûn bala xwe bidinê, hûn ê bibînin ku di axaftinê da zimanekî dûrî sûcdarkirin û şermezarkirina Rizgarî, Alarizgarî, hem mirî û hem jî kujer hatîye bi kar anîn. Min nebihîst ku rêveberiya navendî ya Rizgarîyê jî li dijî vê axaftinê tiştek gotîye.

Min axaftina xwe ya nivîskî da hevalên rayedar ên Ala Rizgarîyê jî. Min got, ku " Wê ev yek di kovarê da were weşandin û bi vî rengî wê xwerexnekirina ku li pêşiya yekbûnê asteng e, pêk were." Hevalên rayedar ên Ala Rizgarîyê qebûl kirin ger axaftina min di kovarê da were weşandin, wê weke xwerexnekirinê were dîtin. Lê ev derfeta dîrokî ji aliyê Rizgarîyê ve nehat bi cih anîn. Ev mijare  û  cudahiya bîr û baweriyên ku lê zêde bûn,  di encame de ez û hevalên min ên nêzîk di konferansa sala 1990 î de ji Rizgarîyê veqetîyan.

Min erka xwe dît ku di 45. salvegera mirina Murselî da van rave bikim. Min dixwest ku şerê di navbera kurdan da tenê wek ders bête bibîranîn û bibe mînakek ku çawa tê çareserkirin.

Yek jî, Îkram Delenê ku nehîşt mirina birayê wî veguhere qirkirineke siyasî û malbatî, ji bo ez şerma xwe ya her cara ku min ew didît, hîs dikir hinekî siviktir bikim; min xwest ez bo tarîxê notek deynîm. 9.03.2024

RUŞEN ARSLAN                                

Wergera ji tirkî: Ahmed KANÎ

Ji bo tirkiya nivisê bitikîne

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin