
Rûmetdarî: Çîroka fermandarê Pêşmergeyan Rêbîn Rojbeyanî bû belgefîlm
.
Di nav şerê dijwar û metirsiyên terorê de, çîroka fermandarê Pêşmergeyan Rêbîn Rojbeyanî bi rûmetdarî derdikeve pêş.
Belgefîlmeke nû ya Tora Medyayî ya Rûdawê, jiyan û xebata wî ya fermandarî nîşan dide ku têkoşîna leşkerî, qurbanîdan û hewldana ji bo bidestxistina zanistê dihewîne.
"Rûmetdarî pileya dawî ya leşkerî ye"
Fermandarê Wezareta Pêşmergeyan Rêbîn Rojbeyanî bi dengekî tijî hest behsa salên jiyana xwe kir û got, "Tevahiya jiyana min a leşkerî di nav şer, nexweşî û terorê de derbas bû.”
Fermandarê Pêşmergeyan tevî vê yekê jî ji bo ku dilê malbata xwe rihet bike, her tim digot "cihê me gelekî baş e."
Rêbîn şerê DAIŞê wekî yek ji şerên herî dijwar bi nav dike, ji ber ku li gorî wî "DAIŞ dihat da ku bimire."
Di wî şerî de, gelek hevalên wî şehîd ketin û gelek jê jî birîndar bûn.
Rêbîn Rojbeyanî li ser şerê DAIŞê got, "Şehîdketin di nava ruhê leşkerî de pileya dawî ya leşkerî û rûmetdariyê ye."
Ev gotin kûrahiya wateya qurbanîdanê di çanda Pêşmergetiyê de nîşan dide.
Pêşmerge: Ji navekî navxweyî ber bi hêzeke cîhanî ve
Navê Pêşmerge xwedî dîrokeke kevnar e. Ew cara yekem di sala 1946an de di dema damezrandina Komara Kurdistanê de hatiye pêşniyarkirin û pejirandin.
Pêşmerge bi wateya "ên ku mirina xwe dixin pêşiyê", sembola qurbanîdana wan şervanan e ku ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin.
Pêşmerge bi derketina DAIŞê û tawanên wê re bû navekî cîhanî. Rola Pêşmergeyan a sereke bi taybetî di warê di şikandina wê rêxistina tundrew de bû sedem ku Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) bi berdewamî daxwaza yekxistina Pêşmergeyan bikin.
Nûnerê Taybet ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê yê Sûriyeyê Joel Rayburn li ber Kongreya welatê xwe gotibû, "Pêşmergeyan li Îraqê di têkbirina DAIŞê de roleke gelekî bi bandor û bêhempa lîst.
Kurd hêza sereke û bi bandor a têkbirina DAIŞê bûn."
Reh û rîşeyên Pêşmergetiyê
Rêbîn Rojbeyanî di sala 1987an de li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Çîroka Pêşmergetiyê di malbata wî de xwedî dîrokeke kevnar e; bira, xal, bav û bapîrê wî, hemû Pêşmerge bûn.
Fermandarê Pêşmergeyan got, "Du xalên min şehîd in, bapîrê min jî şehîd e."
Wî ji zarokatiyê ve guhê xwe daye çîrokên qehremaniya wan û ew hest di nava wî de mezin bûye.
Bapîrê mezin ê Rêbîn, Şehîd Yûnis Sorxan di salên 1960î de tevlî Şoreşa Îlonê bûye û di sala 1974an de şehîd ketiye.
Rêbîn di 6ê Kanûna Duyem a 2007an de tevlî Koleja Leşkerî ya Zaxoyê bû.
Wî paşê di refên artêşa Îraqê de pileya mulazimê duyem wergirt û ji sala 2008an heta dawiya 2012an li wir xizmet kir.
Şerê yekem ê rasteqîn ê Rêbîn ê li dijî DAIŞê di 10ê Tebaxa 2014an de şerê azadkirina Giwêrê bû.
Li gorî amara Dezgeha Tenduristiyê ya Pêşmergeyan, di şerê li dijî DAIŞê de hezar û 654 Pêşmerge şehîd ketin û 9 hezar û 707 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Xwendin û bipêşxistina şiyanên leşkerî: Ji Amerîkayê heta Brîtanyayê
Piştî têkşikandina DAIŞê, hikûmetên Brîtanya û Amerîkayê derfetên xwendinê ji bo fermandarên Pêşmergeyan peyda kir.
Rêbîn Rojbeyanî yekem Kurd e ku beşdarî xula "Maneuver Captain's Career Course" a li Amerîkayê bûye.
Rêbîn li ser sedema wergirtina xwe got, "Yek ji sedeman ew bû ku wan dixwest bizanibin ez bi awayekî meydanî di şerê DAIŞê de bûm û bizanibin şerê DAIŞê çawa ye."
Rêbîn piştî du salan, ji bo xuleke din a fermandariyê çû Brîtanyayê.
Ew di 20ê Tîrmeha 2023yan de ji wir derçû û mastera xwe li ser "Astengiyên li pêşiya rûbirûbûna terorê" pêşkêş kir û qedand.
Belgefîlmê "Rûmetdarî" berhema Beşa Belgefîlman a Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Derhênerê wê Zana Newzad û hilberînerên wê Hekîm Şerîf û Rûbar Xalid in.
"Rûmetdarî\ Şikomendî" dê îşev saet 22:30an li ser ekrana Rûdawê were weşandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin