Rûhanî xwest ku gava destpêkê DYA biavêje

Rûhanî xwest ku gava destpêkê DYA biavêje

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bang li DYA’yê kir ku bi rakirina pêkanînan gava destpêkê biavêje.

A+A-

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bang li DYA’yê kir ku bi rakirina pêkanînan gava destpêkê biavêje.

Piştî ku Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku hevdîtina bi rêveberê Îranî Rûhanî re pêkane, Rûhanî daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Rûhanî li qenala televîzyonê ya dewletê hate weşandin. Rûhanî got, “Asta destpêkê bidawîkirina pêkanînane.”

Rûhanî got, “Divê hûn hemû pêkanînên îllegal, neheq û şaş ên li dijî neteweya Îranê bi dawî bikin.”

Rêveberiya DYA’yê piştî ku Gulana 2018’an bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerî ya bi Îranê vekişand ji nû ve dest bi pêkanînan kir. Bi pêkanînan re aloziya navbera her du welatan zêde bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin