Rûdawê Xelata Şîfa Gerdî ya îsal da rojnamevaneke Brîtanî

Rûdawê Xelata Şîfa Gerdî ya îsal da rojnamevaneke Brîtanî

.

A+A-

Tora Medyayî ya Rûdawê Xelata Şîfa Gerdî ya îsal dide rojnamevana Brîtanî Isobel Yeung.

Isobelê 36 salî ye. Ji sala 2014an û vir ve, bi rêya belgefîlmên xwe hin doz û mijarên germ û hestyar ên cîhanê rûmal kir xasma şer û qirên, jenosîd, girtinên bêserûber û gendelî.

Vê xatûna nûçegihan li ser karên xwe gelek xelatên cîhanî wergirt wek du xelatên Emmy. Isobelê vêga ji Tora VICE News a amerîkî re dixebite.

Yeung spasiya Rûdawê dike

Li hember dayîna xelatê, Isobel spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê dike û dibêje "Ji bo min şanaziyeke pir mezin e ku ez vê xelata Şîfa Gerdî ji bo rojnamegera salê werdigirin. Karkirin û çûna li ser şopa keseke behremend nola Şîfa Gerdî şanaziyeke mezin e."

Desteya dadwerî ya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ku her sal xelatê dide yek ji jinên rojnameger ku ji bo karên xwe rastî astengî û zehmetiyan tên, li hember karên wê yên diyar û tijî metirsî Yeung wek xelatgira îsal destnîşan kir.

Xatûna rojnamevan ji bo amadekirina belgefîlmên xwe yên vekolîner û veguhastina bûyeran, xwe ji çûna bo deverên xofdar nedaye alî. Efxanistan, Yemen, Reqaya Sûriyê, parêzgehên cuda cuda yên Iraqê, Lîbya û eniyên pêşin ên şerê Ukrayna û Rûsyayê hin ji wan cihan e ku Yeung li wan kar kiriye.

Yeung her wiha hewl daye ku bi rêya karê xwe balê bikşîne ser pirsên civakî yên girêdayî jinan xasma maf û rola jinan li welatên xizan û paşketî.

Endamê desteya dadwerî ya xelata Şîfa Gerdî Rob Beynon dibêje ku Yeung "Di karê xwe de bi taybetî balê dikşîne ser rola jinan û zehmetiyên ku li deverên hevrikiyan rastî wan tên."

Pêşkêşkirina Xelata Şîfa Gerdî her sal 25ê Sibatê di merasîmeke taybet de û bi beşdariya berpirsên bilind ên navxweyî û navdewletî li Hewlêrê tê sazkirin, lê îsal merasîm nehat lidarxistin.

Komîteya Xelata Şîfa Gerdî di daxuyaniyekê de dibêje "Mixabin, cîhan di rewşeke nearam de ye. Vê rewşa nearamiyê karê rojnamevanan jî metirsîdartir û dijwartir kir. Ji ber vê yekê, Komîteya Xelata Şîfa Gerdî û Tora Medyayî ya Rûdawê nikarîbûn îsal merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gardî li dar bixin, bi sedema mijûlbûna xelatgira îsal a xelata Şîfa Gerdî bi karkirina li ser êş û janên şêniyên navçeyên şer û niha li navçeyeke metirsîdar kar dike."

Young piştî wergirtina xelatê ji mala xwe li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê di peyameke vîdyoyê de got "Min pir û pir dixwest li wir bim da ez vê xelatê ji destê we werbigirim." Her wisa Isobel hevsoziya xwe ji bo qurbaniyên erdhejên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê nîşan dide û dibêje "Dilê min û bi rastî dilê hemûyan li nik wan kesan e ku bi sedema erdhejê ziyan giha wan an ziyan giha hezkiriyên wan. A ku li wir qewimî tiştekî pir dilhejên bû. Karê me wek rojnamevan dirustkirina hevsoziyê ye, dirustkirina têgihîştinê ye û ya herî giring jî rûmalkirina rastiyan e. Ez ji kûrahiya dilê xwe bi vî karî bawerdar im. Ez soz didim heta ez di vê pîşeyê de bim, ez ê li ser bicihanîna van karan berdewam bim."

 

ÇAVKANÎ: RÛDAW

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin