Rubleyê Rûsî li hember Dolarê Amerîkî %30 bihayê xwe ji dest da

Rubleyê Rûsî li hember Dolarê Amerîkî %30 bihayê xwe ji dest da

.

A+A-

Rubleyê Rûsî bi rêjeya ji sedî 30 daketiye û yek Dolarê Amerîkî bi 119 Ruble ne.

Serê sibeha îro, bi vekirina bazarên Asya, Ruble ji sedî 30 bihayê xwe li himberî dolar ji dest da. Ev jî di demekê de ku hefteya derbasbûyî her dolarek bi 84 Ruble bû.

Welatên Rojavayî, piştî êrîşa Rûsyayê ya ser Ukraynayê hejmareke ceza bi ser Rûsyayê de ferz kirin bi awayekî ku herdû bankên mezin yê Rûsî Sberbank û VTB Bank jî di nava lîsta cezayan de ne.

Amerîka, Kanada û Ewropa çend bankên Rûsî ji sîstema SWIFT derxistine herwiha samanên banka navendî ya Rûsyayê jî cemidandine.

Banka navendî ya Rûsyayê jî dest bi firotina zêr kiriye ji bo ku diravên pêwîst di bazarên navxwe de bi dest bixe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin