
Rubio pesnê hewlên Barzanî û Sûdanî da: Hinardekirina petrolê dest pê dike
.
Amerîka ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ya bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê bi germî pêşwazî li peymana di navbera hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ev peyman bi navbeynkariya Washingtonê hatiye îmzekirin.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser navê Wezîr Marco Rubio daxuyaniyek belav kir û ragihand:
"Em bi germî pêşwaziyê li ragihandina ku hikûmeta Îraqê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên navneteweyî gihiştiye rêkeftinê ji bo vekirina boriya Îraq-Tirkiyeyê dikin.
Peymaneke ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye hêsankirin û dê sûdên berbiçav hem ji bo Amerîkî û hem jî ji bo Îraqiyan bîne."
Di daxuyaniyê de pesnê hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û berpirsên payebilind ên her du aliyan hat dayîn.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê tekez kir ku "ev peyman dê hevkariya aborî ya bi sûd a di navbera Amerîka û Îraqê de xurt bike, jîngeheke veberhênanê ya aramtir li seranserî Îraqê ji bo kompanyayên Amerîkî teşwîq bike, ewlehiya enerjiyê ya herêmî zêde bike û serweriya Îraqê bihêz bike".
Peyama Serokwezîran
Piştî îmzekirina peymanê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand
"Bi vê gavê, bîrên Herêma Kurdistanê careke din bi bazara cîhanî ya petrolê ve hatin girêdan."
Mesrûr Barzanî her wiha gotibû, "Em tekezî li ser bicihanîna hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dikin."
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî peyman wekî "dîrokî" bi nav kiribû û gotibû, "Em ji bo wergirtina petrola Herêma Kurdistanê gihîştin peymaneke dîrokî."
Li gorî rêkeftina sêalî ya di navbera Hewlêr, Bexda û kompanyayên petrolê de dê rojane 230 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Kompanyaya Bazarkirina Petrola Îraqê (SOMO) ji bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê were hinardekirin.
Wezareta Çavkaniyê Xwezayî jî ragihandibû ku dê di nava 48 demjimêran de hinardekirin dest pê bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin