RSF wê li beramberî hişê çêkirî rêziknameya nûçegihaniyê amade bike

RSF wê li beramberî hişê çêkirî rêziknameya nûçegihaniyê amade bike

.

A+A-

Ji RSFYê Christophe Deloire gotiye “Ji bo em bikaribin etîka rojnamegeriyê biparêzin û hişê çêkirî bixin bin xizmeta bidestxistina zanyariyan, pêwîstiya me bi peymaneke navnetewî heye.”

Sînornenas ji bo bikaranîna hişê çêkirî ya di medyayê de wê rêziknameyekê amade bike.

Saziyên mîna Free Press Unlimited (FPU), Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Tevna Rojnamegeriya Etîk (EJN), Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI), Komeleya Weşangerên Nûçeyan a Cîhanî (WAN-IFRA), Yekîtiya Weşangeran a Ewropayê (EBU), Forûma Cîhanî ya ji bo Pêşxistina Medyayê (GFMD) û rêxistinên rojnamegerên lêkolîner ên navnetewî ICIJ û OCCRP jî di nav de gelek sazî wê hevkariya vî karî bikin.

Ji 13 welatan 21 endamên wê hene

Navê xebatê “Di Medyayê de Rêziknameya Hişê Çêkirî ye” û ji 13 welatan 21 endamên wê hene. Seroka Komîteyê rojnamegera ku di sala 2021an de Xelata Aştiyê ya Nobelî wergiriya Maria Ressa ye. Her weha nûnerên saziyên rojnamegeriyê Jodie Ginsberg, Aidan White, Frane Maroevic, Ruth Kronenburg jî endamên Komîteyê ne.

Navên mîna Charlie Beckett (London School of Economics – Britanya), Dersdarê beşa Medya û Ragihandinê), Emily Bell, (Dersdara Columbia School of Journalism; Dîrektora ABD Tow Center for Digital Journalism, Veysel Binbay (Midûrê teknolojiye yê Asian Broadcasting Union – ABU – Malezya,), Lisa Campbell (Midûra Ragihandinan a Independent Television Network –ITN- Britanya –), Camille François (Fransa – Dersdara Beşa Columbia University School of International and Public Affairs) jî wê beşdarî vê xebatê bibin.

Di metna ragihandinê ya RSFyê de hatiye diyarkirin ku behsa xetereyên hişê çêkirî ya ji bo medyayê hatiye kirin û ji bo rola komîteyê hatiye gotin: “Ji bo profesyonelên zanyariyê derbarê bikaranîna sîstemên li ser bingeha hişê çêkirî hatine avakirin hinek rêgez, maf û berpirsiyarî bên diyarkirin” wê kar bike.

Sekreterê Giştî yê RSFyê Christophe Deloire jî gotiye ku gelek zehmetiyên sîstemên li ser bingeha hişê çêkirî hatine avakirin ên ji bo rojnamegeran û medyayê hene. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin