
Rosneft li Herêma Kurdistanê xwe berfirehtir dike
Kompaniya Rosneft a Rûsî ku yek ji kompaniyên mezin ên berhemanîna petrolê ye û ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê peymana wê heye, karên xwe yên li Başûrê Kurdistanê berfirehtir dike.
A+A-
Kompaniya Rosneftê ji hemû kompaniyên din zêdetir sermaye aniye Başûrê Kurdistanê.
Serokê Lijneya Petrol û Enerjiyê yê li Parlementoya Rûsyayê Pavel Zavalnî diyar dike ku ev herêm ji bo wan cihekî girîng e û kar tê de dikin.
Hikûmeta Iraqê çendîn car gilî û gazindan ji peywendiyên rasterast ên kompaniya Rûsî ligel Başûrê Kurdistanê kiriye, bi taybetî ji Rosneftê. Li gor gotina Balyozê Iraqê, biryar bû Serokê Kompaniya Rosneftê serdana Bexdayê bike û li ser vê mijarê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bicive, lê belê Kompaniya Rosneft ti car vê yekê piştrast nekir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin