Roşan Lezgîn Qurana Kerîm û Încîl wergerand Zazakî

Roşan Lezgîn Qurana Kerîm û Încîl wergerand Zazakî

.

A+A-

Nivîskar û Zimanzanê Kurd Roşan Lezgîn Qurana Kerîm û Încîl wergerand Zazakî. Roşan Lezgîn diyar kir, pêwîstî bi xebatên Zazakî zêde ye û ji bo xwedîlêderketina zaraveyê Zazakî ku bin xeterê de ye, xebatên wisa girîng in.

Nivîskar û Zimanzanê Kurd Roşan Lezgîn, Qurana Pîroz wergerand zaraveyê Zazakî, ji bo zimanê nivîskî rêkûpêk û zelal kiriye û herwiha ji bo aplîkeyşinê jî deng tomar kiriye. Di aplîkeyşinê de hemû ayetên Qurana Pîroz bi dengê Roşan Lezgîn cih digirin. Kesên aplîkeyşinê bar bikin dikarin hemû Quranê bi Zazakî bixwînin û hem jî dikarin guhdarî qurana Zazakî bikin.

Roşan Lezgîn eşkere kir, fonetîka Zazakî gelek xweş li Qurana Pîroz hatiye û ew keyfxweş e ku di nava xebatek wisa pîroz de cih girtiye ku ji xwe zaraveyê Zazakî di bin xeterê de ye û pêdiviya xebatên wisa yên bi zaraveyê Zazakî heye.

Roşan Lezgîn destnîşan kir: “Ji Batmanê çend ciwan hatin û gotin em dixwazin aplîkeyşina Qurana Kurmancî amade bikin û ji min pirsîn gelo aplîkeyşina Zazakî jî heye an na. Min jî got nîne û ji xwe xebatek wisa di dilê min de jî hebû û 2 sal berê me destpê kir.”

Herwiha Lezgîn balê kişand ser pêvajoya wergerê û got, wî gelek baldarî daye zimanê vegotinê  û bi zimanek zelal û bi hêsanî were famkirin xebata xwe amade kiriye. Lezgîn dibêje ev yek di heman demê de xebateke neteweyî ye.

Roşan Lezgîn diyar kir: “Giringiya vê xebatê ew e ku Qurana Pîroz bi deng bi zaraveyê Zazakî hatiye xwendin. Herwiha bi zimanek fesîh hatiye xwendin. Ji bo milletê me xebatek gelek girîng e.”

Roşan Lezgîn di çarçoveya xebatên xwe yên pîroz û neteweyî de, niha xebata wergera Încîla Pîroz ji bo zaraveyê Zazakî jî didomîne ku ji Încîlê Beşa Lûqa wergerandiye ji bo Zazakî. Roşan Lezgîn dibêje li gorî derfet û daxwazan ew dikare pirtukên pîroz ên wek Tewrat û Zebûrê jî bo Zazakî wergerîne. 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin