Rola Kurdan di berbelavbûna gendeliya Îraqê de - Arif Qurbanî*

Rola Kurdan di berbelavbûna gendeliya Îraqê de - Arif Qurbanî*

.

A+A-

Arif Qurbanî

Tiştên ku di serdema paşatiyê û piştî wê jî li Îraqê wekî binesazî û xeyseta bipêşketin û şaristaniyê hatibûn avakirin, di Îraqa nû de hatin pelixandin.

Vêga eger mirov ji wêneyên peykan li her parêzgeha Îraqê binêre, dê bibêje qey artêşa Moxolan di ser wan re çûye.

Ji hêla xizmetguzarî û pêdiviyên jiyanê jî di asta welatên herî hejar de ne, di demekê de ku li gorî saman, serwet û dahata Îraqê, diviyabû ji aliyê avabûn û nîşana şaristaniyê ve di rêza welatên herî bipêşketî yên cîhanê de ba lê çima bûye wêranî? Sedema wê girêdayî birina saman û serweta Îraqê ye.

Li gorî amar û daneyên navendên pêbawer ên navneteweyî yên taybet bi şefafiyet û çavdêriya darayî û bankan, her wiha li gorî mikurhatina hinek berpirs û rayedarên Îraqê bi xwe, tê gotin ku di du dehsaliyên Îraqa nû de, zêdetirî 600 milyar dolarên dahata petrola Îraqê bê şop û winda ne.

Cuda ji wan gendelî û zêdexerciyên din ên ku di projeyên eşkere û xeyalî de hatine pûçkirin, her wiha cuda ji bi deh hezaran mûçeyên ku li gor gotina wan (hewayî) ne û mûçeyên bê nav ên kom û milîsên çekdar, her wiha ji bilî wan hejmarên mezin û zêde ku di çarçoveya siyaseta spîkirina pereyan de birine derve, bi mikurhatina Wezîrê Darayî yê Îraqê Elî Elawî ku Tebaxa 2022yan dev ji kar berdabû, li wê yekê mikur hat ku mehane tenê ji dahata gumrik û navxwe şopa 6 heta 7 milyar dolaran namîne.

Rast e ku desthilata dewleta kûr û birêvebiriya rûkeşî ya welat bi awayekî reha di destê Şîeyan de ye û tişta heyî projeya Şîeyan ji bo rêveberiyê ye lê belê Şîe bi tenê ne berpirs in ji vê rewşa ku bi serê Îraqê de hatiye.

Kurd, wekî pêkhate, di du astan de û bi lîstina du rolên cuda, roleke serekî di wan gendeliyên ku li Îraqê hatine kirin de lîstine ku ji ber wan gendeliyan derfeta jiyanê li beşek ji bajarên Îraqê tê ku nemîne.

Di asta yekem de, kesayetiyên siyasî yên Kurd ên ku di navendên deshilatdariya Îraqê de, di wezaretan de û di nava artêş û sazî û dezgehên ewlehiyê yên Îraqê de beşdar in, firêzeyan wan ji ya kesayetiyên Şîe yên di deshilatdariyê de ne paqijtir e.

Lewma di wê beşa gendeliyê de ku di sazî û dezgehan de, çi di serdema Amerîkayê de û çi jî piştî wê hatiye kirin, para kesayetiyên Kurd jî mezin e.

Lê belê ya ku mebesta min e ez li ser biaxivim, asta duyem a gendeliyê û windabûna samanê Îraqê ye ku hinek kesayetiyên Kurd, xasma di nav parlamenterên Kurd ên li Bexdayê de, bi awayekî berfireh rola wan di xweşkirina zemînê de ji bo wê bihederdan û berdewamiya talankirina samanê Îraqê hebûye. Gunehê beşa herî mezin a windabûna wan bi sedan milyar dolaran dikeve stûyê wan.

Vê pêvajoya talankirin û nediyariya samana Îraqê bi taybetî piştî vekişîna Amerîkayê ya sala 2012an dest pê kir. Bê guman, pêwîstiya pêvajoyeke wiha bi plan û bernameyeke hûr hebû, nemaze ku li piraniya bajar û bajarokên Îraqê ava vexwarinê, elektrîk, nexweşxane, dibistan û rêyên pêwîst nînin.

Li her welatê di rewşeke wiha de, ji bo welatiyan dibe pirsyar ka dahat û samana wî welatî diçe kû? Ji bo ku ew serwet û samana bêhejmar were birin û xelk jî nizanibe ji bo çi armancê hatiye birin, pêwîstî pê dîtin ku bala welatiyan ber bi aliyekî din ve bibin da ku rastiyê nizanibin.

Vêga û piştî bûyer û encamên şerê Xezeyê, derbarê vê yekê hinek tişt tên gotin ku saman û serweta Îraqê di projeyeke îdeolojîk a herêmî de ji bo birêvebirina Eniya Berxwedanê hatiye xerckirin, her wiha ji bo alîkarîkirin û biçekkirina komên Hemasê, Hûsiyên Yemenê, Hizbulaha Libnanê û çeteyên Beşar Esed; tewra gumana wê yekê jî heye ku çend yekîneyên nav DAIŞê jî bi saman û serweta Îraqê hatine birêvebirin.

Ji bo ku haya Îraqiyan ji wê yekê nebe ku pereyê firotina petrolê û dahatên wan bi vî awayî hatine berhewa kirin, bi planeke hûr û bi rêya kirîna çend parlamenterên Kurd û hin navendên medyayî û elîtên rewşenbîr, li dirêjahiya salên piştî 2012an, îmajeke wisa çêkirin ku hemû dahata Îraqê bo Herêma Kurdistanê diçe.

Ew avabûn û proje û xizmetguzarî û ciwaniyên bajarên Herêma Kurdistanê bi dahata petrola Besreyê hatine kirin. Di demekê de ku piştî sala 2012an tenê salekê budce ji Herêma Kurdistanê re hatiye şandin û ji destpêka sala 2014an ve budceya Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin.

Çima pêwîst bû ew vê gewcandinê bi rêya Kurdan bikin? Ji ber ku welatiyekî Ereb li Besreyê baweriyê bi desthilatdarekî Ereb ê bajarê xwe nake ku ji bo perdekirina gendeliya bajarê xwe tawanê biavêje ser Kurdan lê dema parlamenterekî Kurd bi zimanê Erebî û ji kenaleke Erebî bêje, dahata bajarên we bo Kurdistanê diçe, bawer dikin.

Her yek ji we ku niha vê gotarê dixwîne, tê bîra we û hûn şahidê dîtina bi dehan dîdar, hevpeyvîn û daxuyaniyên kesên bi vî rengî derbarê vê mijarê de ne.

Vê planê bi radeyeke wisa bandor li ser çêkirina wêneya giştî kiribû, ne tenê welatiyên Ereb ên bajarên başûr û navenda Îraqê, ku ti nîşana avabûnê bi bajarên wan ve nemabû, bawerî bi wê yekê anîbû ku pereyê projeyên wan Kurd dibin, tewra li nav Herêma Kurdistanê bi xwe jî bi dehan qaşo siyasetmedar, rewşenbîr û şîrovekaran ev stran digot, ku (Ma rewa ye PDK û YNK dahata Kurdistanê didizin û Îraq neçar be pereyê petrola Besrayê bide Kurdistanê?)

Di demekê de ku eger bi dirêjahiya van 12 salan bi berdewamî ji sedî 17 ji budceya giştî ya Îraqê tevî budceya hakim jî bihata Herêma Kurdistanê, nedigihîşt nîvê dahata firotina petrola Kurdistanê ya li Xaneqîn, Kerkûk û Mûsilê lê Kurdên me yên reben ketibûn bin bandora wê pêvajoya çewtkirin û xapandinê ku pereyê petrola Besreyê Kurd dibin.

Rewşa ku vêga bajarên başûrê Îraqê tê wer bûne û ne dûr e di çend salên gelekî nêz ên paşerojê de, herî kêm ji ber bêaviyê beşek ji wan ji bo jiyanê bi kêr neyên, sedema wê ew e ku çend Kurdan xelk xapand da ku nizanibin pereyê projeyên wan ji bo xizmeta komên welatên din tê birin; ji ber ku eger wan ew rastî bizaniya, bi serwet û samana wan çi lîstikeke qirêj li herêmê tê kirin, bê guman qebûl nedikirin.

Lê wekî beşekê ji stratejiya Eniya Berxwedanê, ew koma Kurd bi wê rolê rabû ku çavê cadeya Îraqê şêlû bikin da ku karibin wan bi sedên milyar dolarên Îraqê ji bo wê armancê bi kar bînin.

Her çend ez piştrast im rojek dê bê ew hemû nehênî bên eşkerekirin û dê derkeve holê ku li hemberî çi peymanên pere û îmtiyazan bi wê rola xerab rabûne lê tiştek li cem Xwedê nayê veşartin, gunehê beşek ji nexweşî û zehmetiyên Îraqiyan û kuştara di nav şerê wan koman de ku bi pereyên Îraqê hatine birêvebirin, dikeve stûyê wan.

Çavkanî: Rûdawê  

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin