
Îtaliyayê, karê konsûliya balyozxaneya xwe Ii Îranê de daxist
.
Balyozxaneya Îtaliya li bajarê Têhranê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku karê konsûlî yê balyozxaneya xwe li Îranê bi awayê demkî ragirtiye, lê xizmetguzariyên gelek hewce yên lezgîn û karên ku nayêne paşxistin, dê her berdewam bin û vê yekê garantî dike.
Piştî bi terorîstnaskirina spaha pasdaran ji aliyê Yekîtiya Ewropayê, rêjîma Îranê balyozê hejmarek ji wan welatan li Îranê bo wezareta derve ya rêjîmê gazî kiribûn û hejmarek ji şirovekarên serbazî yên wan balyozxameyan jî ji Îranê derkevtin.
Zêdebûna alozî û egera şer li navbera Amerîka û rêjîma Îranê, hejmarek ji welatan, balyozxaneyên xwe li Îranê de daxistine û beşek ji karmendên xwe ji Îranê derxistine û huşdarî dane xelkê xwe ku xwe ji serdana bo Îranê biparêzin û hekî li Îranê de ne jî, bi lezgînî ji Îranê derkevin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin