Rojnamevanekî Kurd li Kirmaşanê hat desteserkirin

Rojnamevanekî Kurd li Kirmaşanê hat desteserkirin

.

A+A-

 

Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê rojanemvanekî Kurd ê bi navê Adil Hisênî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hat desteserkirin, lê sedema desteserkirina wî nehatiye zanîn.

Li gor agahiyan, Adil Hisênî rojnamevanekî Kurd û rêveberê kanal û rûpela Xelkê Kirmaşanê ye di torên civakî de û doh 28ê Kanûnê hêzên ewlekariyê yên Îranê bi ser mala wî de girtine û ew desteser kirine.

Elî Hisên bi rêya kanal û rûpelên xwe ji bo fêrkirin û pêşxistina zimanê Kurdî hewl daye û nûçe û babetên xwe bi zimanê Farsî û bi zaraweyê Kurdî yê jêrîn belav kirine.

Di destpêka vê mehê de, li dijî Celîl Ahnegernjiad Rêveberê Heftenameya Dengê Azadî jî ji ber belavkirina raportên derbarê nerazîtiyan û bûyera canjidestdana Jîna Emînî, ji aliyê Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê û aliyên ewlekariyê ve gilî hatibû tomarkirin.

Heftenameya Dengê Azadî ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî gelek hewl da. Eger reklam bi zimanê kurdî bûya, bê pere belav dikir û weke dirûşm di rûpela xwe ya yekem de wiha nivîsandibû, bila haya me ji zimanê dayikê hebe.

Wê heftenameyê bi her du zimanên Kurdî û Farsî weşan dikir û li sînorên parêzgehên Kirmaşan, Hemedan, Îlam, Sine û Urmiyê de dihat belavkirin.

Li gor rapora Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan, di xwepêşandan û nerazîtiyên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de 58 rojnamevan hatine desteserkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin