Rojhilat – Li Bane herî kêm 20 kes li ser kuştina Muhsin Fexrîzade hatin girtin!

Rojhilat – Li Bane herî kêm 20 kes li ser kuştina Muhsin Fexrîzade hatin girtin!

.

A+A-

Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi behaneya ku li tohmetbarên kuştina pisporê etomî Muhsin Fexrîzade digerin, bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê milîtarîze kirine û dest bi girtina welatiyan kirine.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, duh danê êvarê bajarê Bane ji aliyê hêzên sipaha pasdaran, artêş û polîsên Îranê ve hat dorpêçkirin û milîtarîzekirin.

Li gorî agahiyan, ew hêzên Îranê bi behaneya ku li tohmetbarên kuştina Muhsin Fexrîzade digerin, tevahiya rêkên ku derbasî nav bajêr dibin, girtine û li nav bajêr de dest bi teftîşkirina xelkê û girtina wan kirine.

Çavkaniyekî li Bane ji Hengawê re gotiye, xetên telefon û înternetê jî li nav Bane hatine qutkirin û hêzên ewlehiyê bi çekên giran û sivik li nav bajêr de belav bûne.

Wî jêderî da zanîn, hêzên ewlehiyê ev çend roj in derbasî nav bajêr bûne û heta niha zêdetirî 30 malan teftîş kirine.

Li gorî agahiyên Hengawê, heta niha zêdetirî 20 kes li Bane hatine girtin.

Pisporê etomî yê Îranê Muhsin Fexrîzade roja 27 Mijdara îsal, li devera Abserd ya bajarê Demavend li nêzîkî Tehranê di êrişeka çekdarî de hat kuştin. Îran wê yekê davêje stûyê Îsraîl.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin