Rojavayê Kurdistanê dê çawa beşdarî hilbijartinan bibe?

Rojavayê Kurdistanê dê çawa beşdarî hilbijartinan bibe?

.

A+A-

Berdevkê Fermî yê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Encumena Gel a Sûriyeyê Dr. Newar Necme diyar kir ku dê nûnertiya Rojavayê Kurdistanê jî di Encumena Gel de hebe.

Piştî ku desthilata Esed hat rûxandin li Şamê hikûmeteke nû hat avakirin û tê plankirin ku hilbijartinên Sûriyeyê îlona pêşiya me bên kirin.

Berdevkê Fermî yê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Encumena Gel a Sûriyeyê Dr. Newar Necme bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.

Dr. Newar Necme pirsa “Dê nûnerên herêmên bakurrojhilatê Sûriyê çawa bên hilbijartin?” wiha bersivand:

“Eger pêvajoya siyasî bi pêş ve biçe, em hêvî dikin ku herin wan herêman û hilbijartinan li dar bixin.

Eger ev yek pêk neyê dê mekanîzmayên din hebin lê em garantî dikin ku nûnertiya van parêzgehan di Encumena Gel de hebe.”

Dr. Newar Necme diyar kir, ji bo kesek karibe bibe endamê Encumena Gel şer ev in:

“Divê ji Gulana 2011ê ve welatiyê Sûriyeyê be, niştecihê parêzgehê be û li Sûriyeyê rûnê. Rûniştina li Sûriyeyê ji bo endamên komîteyên saxî merc e lê ji bo desteyên hilbijêr merc nîne. Divê xwedî nav û dengekî baş, ehliyeta yasayî ya tam, bawernameya zanîngehê û jêhatî be. Divê bi ti pêkhateya civakê re di nava nakokiyê de nebe. Her wiha divê bi ti awayî, ne bi gotin û ne bi kirin, piştgirî nedabe rejîma berê. Divê ti pêwendiya wî bi hêzên ewlehiyê an artêşê re nebe ji bo misogerkirina bêalîbûna van saziyan.”

Wî diyar kir ku heman şert ji bo Siwêdayê jî hene û wiha got:

“Tiştê ku ji bo Reqa û Hesekê (Hisîça) derbasdar e, ji bo Siwêdayê jî derbasdar e. Nêzîkî mehekê ye em hewl didin serdana wir bikin lê ji ber rewşa ewlehiyê em nikarin. Eger rewş baştir bibe, em dê serdanê bikin. Eger ne, ji bo her sê parêzgehan, dê mekanîzmayên din hebin ji bo misogerkirina nûnertiya wan di Encumena Gel de.”

Berdevkê Fermî yê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Encumena Gel a Sûriyeyê Dr. Newar Necme pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:

Rûdaw: Piştî ku Komîteya Bilind amadekirina reşnivîsa dawî ya yasaya hilbijartinê ya demkî bi dawî kir, çav li pêngavên pratîk ên bê ne ku dê bibin sedema avakirina yekemîn parlamantoyê di vê qonaxa veguhêz de. Ji bo ronîkirina vê mijarê Berdevkê Fermî yê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Encumena Gel a Sûriyeyê Dr. Newar Necme ji Şamê li gel me ye, tu bi xêr hatî. Spas ji bo qebûlkirina vexwendinê.

Newar Necme: Tu bi xêr hatî û spas ji bo te.

Rûdaw: Spas. Taybetiyên herî sereke yên sîstema hilbijartinê ya nû ku amadekirina wê bi dawî bûye, çi ne?

Newar Necme: Belê, helbet, wekî hûn dizanin, Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Encumena Gel li ser bingeha biryarnameya ku ji aliyê Serokkomar ve hatiye dayîn, li gorî daxuyaniya destûrî, ji bo hilbijartin û destnîşankirina ji sisêyan duduyê endamên Encumena Gel hatiye avakirin. Bi rastî, ji bo ku ev kar pêk were, pêwîst bû yasayek an jî tiştê ku jê re dibêjin Sîstema Hilbijartinê ya Demkî, were danîn.

Armanca wê diyarkirina mekanîzma û pêngavên ku dê bi rêya wan endamên Encumena Gel bên hilbijartin û destnîşankirin. Bi rastî, xalên sereke yên vê sîstemê ew e ku mekanîzmayek heye ku di navbera hilbijartin û destnîşankirinê de hevsengiyê çêdike.

Dê bi avakirina komîteyên şaxî li ser asta navçeyan li parêzgehan ji aliyê Komîteya Bilind a Hilbijartinan ve dest pê bike. Ev komîteyên şaxî dê endamên desteyên hilbijartinê jî li ser asta navçeyan li parêzgehan hilbijêrin, bi rêjeya 50 endamên desteya hilbijartinê ji bo her kursiyekî di Encumena Gel de.

Piştî wê em dê derbasî qonaxa duyemîn bibin ku ew qonaxa hilbijartinê ye. Hilbijartin dê di nav desteyên hilbijartinê de pêk werin. Mafê endamên desteyên hilbijartinê heye ku xwe berbijêr bikin an jî dengê xwe bidin ji bo endamtiya Encumena Gel. Bi vî awayî, ev hilbijartin dê di nav desteyên hilbijartinê de bin û dê ji sisêyan duduyê endamên Encumena Gel derxin holê. Lewma, beşa bingehîn a Encumena Gel dê were avakirin û paşê pêngava dawî dimîne ku ew e ku Serokkomar sêyeka dawî ya endamên Encumena Gel destnîşan bike û bi vî rengî dê Encumena Gel a nû ji bo qonaxa veguhêz a me hebe.

Rûdaw: Doktor Newar, hûn kengî texmîn dikin ku ev reşnivîs ji aliyê Serok Ehmed Şer ve bi awayekî dawî were pesendkirin?

Newar Necme: Ez bawer dikim ku divê di nava çend rojan de be. Ev reşnivîs gelek caran bi Serok re hat gotûbêjkirin û em gihiştin reşnivîsa dawî. Ez hêvî dikim ku ev yasa di demeke nêzîk de were weşandin.

Rûdaw: Gelo ji bo destpêkirina avakirina komîteyên şaxî, desteyên hilbijartinê û destpêkirina pêvajoya hilbijartinê piştî pesendkirinê, xişteyeke demê ya zelal hatiye danîn?

Newar Necme: Belê, xişteyeke demkî ya texmînî heye. Piştî weşandina sîstema hilbijartinê, dê yekser dest bi avakirina komîteyên şaxî were kirin. Dibe ku ev yek çend rojan heta hefteyekê bidome. Pişt re dê derfet ji welatiyan re were dayîn ku îtiraz bikin.

Hema ku komîteyên şaxî hatin pesendkirin, dest bi avakirina desteyên hilbijartinê tê kirin. Ez bawer dikim ku ev kar dikare dawiya meha tebaxê an destpêka meha îlonê bi dawî bibe, eger rewş bi awayekî normal bimeşe.

Rûdaw: Mekanîzmaya avakirina komîteyan çi ye û pîvanên hilbijartina endamên wan komîteyan ku dê endamên Encumena Gel hilbijêrin çi ne?

Newar Necme: Helbet, komîteyên şaxî dê ji aliyê Komîteya Bilind ve bi şêwirmendiya kesayetên civakî, pîşeyî, hêzên aktîv, civak û rayedarên xwecihî bên avakirin. Dê  şêwirên berfireh ji bo hilbijartina endamên komîteyên şaxî hebin.

Hilbijartina wan pirseke gelekî hestyar e ji ber ku endamên desteyên hjilbijêr destnîşan dikin. Ji bo hilbijartina endamên komîteyên şaxî gelek pîvan û merc hatine danîn.

Bi kurtasî, pîvanên herî girîng ev in: Divê ji Gulana 2011ê ve welatiyê Sûriyeyê be, niştecihê parêzgehê be û li Sûriyeyê rûnê. Rûniştina li Sûriyeyê ji bo endamên komîteyên saxî merc e lê ji bo desteyên hilbijêr merc nîne. Divê xwedî nav û dengekî baş, ehliyeta yasayî ya tam, bawernameya zanîngehê û jêhatî be. Divê bi ti pêkhateyeke civakê re di nava nakokiyê de nebe. Her wiha divê bi ti awayî, ne bi gotin û ne bi kirin, piştgirî nedabe rejîma berê. Divê ti pêwendiya wî bi hêzên ewlehiyê an artêşê re nebe ji bo misogerkirina bêalîbûna van saziyan.

Rûdaw: Dr. Newar, ez dê li ser xala welatîbûnê rawestim. Hûn dizanin piştî sala 2011an, hinek kesên ku berê ji welatîbûnê hatibûn bêparkirin, salên dawî ew maf ji nû ve bi dest xist. Gelo mafê wan heye ku di nav endamên komîteyên şaxî yan desteyên hilbijartinê de bin?

Newar Necme: Bi rastî, her kesê ku heta Gulana 2011an welatîbûna Sûriyeyê bi dest xistiye, mafê wî heye ku bibe endam lê kesên ku piştî Gulana 2011an hemwelatîbûn bi dest xistine, mafê wan nîne ku bibin endamên komîteyên şaxî an desteyên hilbijartinê.

Me Gulan wekî dem hilbijart ji ber ku Nîsana 2011an biryarnameyek derbarê dayîna nasnameyê ji birayên Kurd re derketibû.

Rûdaw: Gelo dê navên endamên komîteyên şaxî piştî avakirina wan yekser bên ragihandin?

Newar Necme: Helbet, piştî qonaxa pesendkirin û îtirazê, dê navên komîteyên şaxî bi awayekî eşkere ji welatiyan re bên ragihandin da ku rasterast dest bi karê xwe bikin.

Rûdaw: Dê nûnerên herêmên bakurrojhilatê Sûriyê çawa bên hilbijartin?

Newar Necme: Bi rastî, me hêvî dikir ku em herin parêzgehên Reqa û Hesekê (Hisîça). Em gelekî bi kelecan in ji bo beşdariya welatiyên van her du parêzgehan. Mixabin me nekarî em herin van her du parêzgehan.

Me bi rûspî û çalakvanên van herêman re li Şamê li avahiya Encumena Gel civîn li dar xistin. Niqaşên baş hatin kitin. Eger pêvajoya siyasî bi pêş ve biçe, em hêvî dikin ku herin wan herêman û hilbijartinan li dar bixin. Eger ev yek pêk neyê, dê mekanîzmayên din hebin lê em garantî dikin ku nûnertiya van parêzgehan di Encumena Gel de hebe.

Rûdaw: Baş e, derbarê parêzgeha Siwêdayê çi heye? Komîteya Bilind çawa amadehiyê dike ji bo hilbijartina nûnerên wê parêzgehê di bin vê rewşa ewlehî, siyasî û civakî ya heyî de?

Newar Necme: Tiştê ku ji bo Reqa û Hesekê (Hisîça) derbasdar e, ji bo Siwêdayê jî derbasdar e. Nêzîkî mehekê ye em hewl didin serdana wir bikin lê ji ber rewşa ewlehiyê em nikarin. Eger rewş baştir bibe, em dê serdanê bikin. Eger ne, ji bo her sê parêzgehan, dê mekanîzmayên din hebin ji bo misogerkirina nûnertiya wan di Encumena Gel de.

Rûdaw: We gelek şêwirên meydanî li dar xistin. Daxwaz hene ku hejmara kursiyên hin parêzgehan bê zêdekirin. Gelo ev yek mimkun e?

Newar Necme: Bi rastî li hemû parêzgehan daxwaza zêdekirina kursiyan hebû. Ez bawer dikim ku dê zêdebûnek çêbibe. Em li benda derketina yasaya hilbijartinê ne ku vê xalê bi awayekî tekez diyar bike.

Rûdaw: Ev zêdebûna hejmara kursiyan dê çend be?

Newar Necme: Zêdebûneke baş dê hebe ku hemû parêzgeh û welatiyan razî bike.

Rûdaw: Kîjan parêzgeh herî zêde daxwaza zêdekirina kursiyan dike?

Newar Necme: Bi rastî li hemû parêzgehan daxwazên zêdekirina hejmara kursiyan hebû. Hûn dizanin ku berê hejmara endamên Encumena Gel a Sûriyeyê ji vê zêdetir bû, hema hema du qat bû. Lewma hemû parêzgehan daxwaza zêdekirina kursiyan kir û ez bawer dikim ku komîte dê bersiva vê daxwazê bide.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin