ROJAVA - Çekdaran jineke Kurd revand

ROJAVA - Çekdaran jineke Kurd revand

.

A+A-

 Komên çekdar ên hikûmeta demkî ya Şamê li ser rêya di navbera Dêr Hafir û Helebê de jineke Kurd a ji Kobaniyê de revand.

Heta niha çarenivîsa wê welatiya Kurd ne diyar e.

Li gorî agahiyan, welatiya Kurd a bi navê Heyfa Adil Teyar ji bo serdana xizmên xwe diçû taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê.

Lê li xaleke kontrolê ya di navbera Dêr Hafir û Helebê de ji aliyê çekdaran ve hatiye girtin û revandin.

Malbata Heyfa Teyarê bangî hemû aliyên pêwendîdar û rêxistinên mafên mirovan dike ku ji bo eşkerekirina çarenivîsa keça wan hewl bidin û zextê li wan komên çekdar bikin da ku ew serbest were berdan.

Ev bûyera revandinê wekî binpêkirineke eşkere ya xalên 3 û 8 ên Peymana Helebê tê dîtin.

Ew peyman di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û komîteyeke hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hatibû îmzekirin da ku ewlehiya li ser rêyan were misogerkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin