ROJAVA – ‘Almanya wek pêwîst alîkariya me nake’

ROJAVA – ‘Almanya wek pêwîst alîkariya me nake’

.

A+A-

Êrîşa dawî ya li ser zindana Sînaa ya Heseke nîşan dide ku DAIŞ ji têkbirinê dûr e. Kurd jî ji Almanyayê nerazîne ku piştgiriya pêwîst nîşan nade, tevî ku alîgir û çekdarên DAIŞê yên Alman jî li kamp û zindanên Rojava hene. Fermandara YPJê Newroz Ehmed dibêje, “Almanya wek pêwîst alîkariya me nake.”

Daxwaza alîkariya zêdetir

Li gorî malpera nûçeyan a bi navê NTV ya Almanî radigihîne, piştî êrîşa mezin a çekdarên DAIŞê li ser zindana Sînaa ya Hesekeya Rojavayê Kurdistanê, Kurd di şerê dijî tundrewan de daxwaza alîkariyeke zêdetir ji Almanyayê dikin.

Li gor wê malperê, ji Encûmena Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed, amaje bi wê dike, hê jî bi dehan Alman ku alîgir û malbatên çekdarên DAIŞê ne, li kampên Rojava ne, lê Ehmed dibêje, tevî vê yekê jî hikûmeta Almanyayê ne xwedî nêrîneke zelal e.

Helwesta Almanyayê

Newroz Ehmed tekez dike, “Almanya bi taybetî jî têkildarî êrîşên ku em pê re rû bi rû ne, wek pêwîst alîkariyan pêşkêşî herêma me nake.”

Ehmed amaje bi wê yekê kir ku “şaneyên tundrewan hîn jî li Sûriyê, ku şerê navxwe berdewam e û Iraqa cîran çalak in” û got, “Bi taybetî piştî êrîşa li ser zindanê, gelek welatan fêm kir ku DAIŞ çiqas xeternak e. Hin ji wan dibêjin ku alîgirên DAIŞê heta ku di zindanên Sûriyê de bin tu metirsiyê li ser wan nakin. Lê ev nêzîkatiyek xeternak e. Dosyaya DAIŞê navnetewî ye, ne herêmî ye. Xeter, ji herêma me derbasî cîhanê dibe.”

DAIŞiyên li kamp û zindanên Rojava

Di salên dawî de, Almanyayê berî niha çend caran hemwelatiyên Almanî yên DAIŞê û zarokên wan, ji Sûriyê vegerandine.

Lê Rêveberiya Xweser û HSD daxwaz dikin ku dewletên biyanî yên din jî hemwelatiyên xwe yên DAIŞî û zarokên wan vegerînin.

Wezareta Derve ya Almanyayê gelek caran amaje bi hinek zehmetiyan kiribû ku ti peywendiyên dîplomatîk bi Sûriyê re nînin û nûneratiya konsulxaneya Almanya jî li wir nîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin