Rojava | 3 zarokên dixwestin sînor derbas bikin rastî îşkenceya leşkerên Tirk hatin

Rojava | 3 zarokên dixwestin sînor derbas bikin rastî îşkenceya leşkerên Tirk hatin

.

A+A-

Hat ragihandin ku leşkerên Tirk îşkenceyên giran li 2 zarok û xortekî 18 salî yên ji gundewarê bajarê Amûdê kirin, dema ku dixwestin sînor derbas bikin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî û belavkirina dîmenên li ser medya civakî, îro 23yê Hezîranê danê sibê du zarokên temen 16 salî û xortekî 18 salî li ser sînorê navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê yên hewl dan sînor derbas bikin, ji aliyê cendermeyên Tirk ve hatin girtin.

Hat ragihandin ku ew zarokên hatin girtin, ji aliyê leşkerên Tirk ve rastî îşkenceyeke giran û hovane hatin.

Navên her du zarokên 16 salî Dilyar Mecîd Silêman û Malik Xedban e û navê xortê 18 salî jî Dildar Mecîd Silêman e.

Hat zanîn ew zarok ji gundê Sinceqa Se'dûn ê ser bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin