Roj roja Derbiya Bakurê Kurdistanê ye, çav li Amedê ne

Roj roja Derbiya Bakurê Kurdistanê ye, çav li Amedê ne

.

A+A-

Îro Derbiya Kurdistanê ye. Çavên hezkirên futbolê li Amedê ne.

Du tîmên navdar û diyar ên Bakurê Kurdistanê tên pêşberî hev.

Amedspor di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de mazûvaniya Vansporê dike.

Di çarçoveya pêşbirkên hefteya 27an a Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de, îşev saet 20:00î tîma Amedsporê li stadyuma xwe bi Vansporê re dilîze.

Her du tîm jî bi armanca bidestxistina 3 puanan derdikevin qadê û dixwazin alîgirên xwe dilxweş bikin.

Amedspor li pey serkeftinê ye

Amedsporê di her du maçên xwe yên dawî de serkeftin bi dest nexistiye.

Piştî ku Mesut Bakkal wekî rahêner vegeriya tîmê, Amedspor dixwaze sûdê ji stadyum û alîgirên xwe wergire da ku ji rikeberiya ji bo rêza yekem a lîgê dûr nekeve.

Amedspor beriya vê maçê di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de bi 51 puanan di rêza sêyem de ye lê maçeke wê kêm e.

Ew 5 puanan ji tîma duyem û 6 puanan jî ji ya yekem dûr e.

Tîma Amedê dixwaze maça îro bi ser bikeve û ji pêşbaziyê qut nebe.

Vanspor xurt e

Tîma Vansporê di çend hefteyên dawî de performanseke gelekî baş nîşan daye.

Vanspor di 3 maçên dawî de têk neçûye û 2 serkeftin bi dest xistine.

Ew îro li deplasmanê dilîzin lê çavê wan li wê yekê ye ku di lîgê de derkevin rêzên jortir.

Vansporê di maça nîvê yekem ê vê sezonê de li stadyuma xwe 3-0 zora Amedsporê biribû.

Vanspor îro jî li pey encameke baş e.

Pêşwaziyeke germ ji alîgirên Amedsporê

Dostaniya di navbera her du tîman de balê dikişîne.

Rojekê beriya maçê dema ku şandeya tîma Vansporê çû Amedê, bi dehan alîgirên Amedsporê çûn pêşiya otobusê.

Wan pêşwaziyeke gelekî germ li lîstikvan û şandeya Vansporê kir.

Analîstê werzişê yê ji Amedê Murat Kaya bû mêhvanê Rûdawê û maç nirxand.

Murat Kaya anî zimên ku hewayeke dostane heye û got:

"Tiştê ku ji bo me hemûyan cihê kêfxweşiyê ye ev e ku alîgirên her du tîman dê bi hev re bin û bi hev re li maçê temaşe bikin.

Em hemû li benda maçeke baş û balkêş in."

Divê were gorin ku di maça îsal a li Wanê jî dîmenên gelekî xweşik ên dostaniya her du tîmên bakurê welêt hebûn.

Vansporê alîgirên Amedsporê jî kiribûn mêhvan, ew beriya maçê vexwendibûn xwarinê û piştî lîstikê jî dîmenên gelekî spehî yên dostaniya her du tîman hebûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin