RIHA - Gundî li dijî Santrala Enrejiya Rojê ne: ‘Kompanya gefan li me dixwe’

RIHA - Gundî li dijî Santrala Enrejiya Rojê ne: ‘Kompanya gefan li me dixwe’

.

A+A-

Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê li ser çêrgeha ajelan projeya Santrala Enerjiya Rojê tê çêkirin û xelk jê ne razî ye.

Ajel di nav keviran de li giyayan digerin lê devek giya jî ber devê wan nakeve, ji ber ku çend metreyan li nêzîkî wê, çêrgeha wan bi makîneyên kar tê jinavbirin.

Di navbera gundên û Qesebe û Erebbabayê yên navçeya Wêranşarê ya Rihayê kompanyayekê biryar daye li çêrgehê Santrala Enrejiya Rojê çêbike.

Ajeldarên her du gundan nerazîne û dibêjin ev kar dê li navçeyê ajeldariyê bîne asta nemanê ku take deriyê wan ê dahatê ye.

Şêniyekî gundê Qesebeyê got:

“Em dê niha çi bikin hûn derdorê di kamerayê de dibînin.

Rê hatine têkdan, zeviyên çêrgeh hatine têkdan û pêşiya avê hatiye girtin.”

“Kompanya gefan li me dixwe”

Şêniyekî gundê Qesebeyê jî anî ziman:

“Ev kompanya gefan li me dixwe, got ez dê ji bo ajelan êm bidim û rê vekim û ji bo wan avê bînim.

Got, ez dê alîkarî û piştgiriya gundiyan bikim, got ez dê gundiyan wergirim kar lê ti ji van jî nekirin.”

Bi gotina gundiyan çêrgeha ajelên wan bi awayekî neyasayî hatiye tapokirin ku proje li ser were çêkirin.

Ji bo ku kompanya karê xwe rawestîne rojane xwenîşandanê dikin û nerazîbûna xwe nîşan didin.

Piraniya caran gundî rûbirûyî midaxeleya cendermeyan dibin.

Şêniyekî gundê Qesebeyê da zanîn:

“Ev 319 parsel berî niha çêrgeh bû, sala 2022yan bi pere û bertîlan hat tapokirin.

Ez ji vê yekê nerazî me hemû gundî mexdûr in û em dixwazin ev mexdûriyet bi dawî bibe.”

Çêrgeha ku biryar e projeya enerjiya rojê li ser were çêkirin 2 hezar û 357 donim e.

Li her du gundan derdora 25 hezar ser pez û dewar hene û gundî ji rayedarên dewletê dixwazin ku çareseriyek ji rewşa wan re bê dîtin û kompanya demildest karê xwe rawestîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin