
Rêzdar Mistefa Hicrî armanca hevpeymaniyê, xebata hevpar bo herifandina rêjîmê ragihand
.
Rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li hevpeyvîn digel “Radio Ferda”yê de li derheq ragihandina “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” ragihand ku xala me a hevpar, xebata hevpar bo herifandina rêjîma îslamiya Îranê ye.
Rêzdar Hicrî, ragihand ku heta vê demê ku hikûmeta navendî bê avakirinê û navendên îdariyên Kurdistanê bi rêya dengê azad ên xelkê ve bêne diyarîkirin û birêvebirina deverê bikin, me lihev kiriye ku bernameyeke hevpara me bo birêvebirina Kurdistana Îranê li qonaxa derbasbûn ji komara îslamî hebe.
Herwisa rêzdar Mistefa Hicrî bas kiriye ku ev hevpeymaniya dixwaze hêzeke hevpar a pêşmerge ava bike û bo vê armacê jî, biryarname û çarçoveyeke diyarîkirî tê berçavgirtin.
Li beşek din a vê hevpeyvînê de rêzdar Mistefa Hicrî ragihandiye: Armanca me ev e ku hemû Hizb, ol, netew û etnîkên din ên Kurdistanê, bikarin pevre li aramî û aştiyê de bijîn û hevkarên hev bin. Hevdem rêkxiravên medenî yên Kurdistanê jî bikarin li qonaxa derbasbûn ji komara îslamî de hevkarê me bin.
Rêzdar Mistefa Hicrî li bersiva vê pirsyarê de ku piştî ragihandina hevpeymaniyê, dîtingehehên wan Hizban bo girûpên din ên li opozîsiyona Îranê de dê çawa be, ragihand: “Em dixwazin li jêr navê vê hevpeymaniyê, digel rêkxiravên siyasî yên Îranê bi taybet opozîsiyona Îranê danûstandinan bikin û hewlê bidin bernameyek giştgîr û yekdest amade bikin. Armanc ev e ku li qonaxa derbasbûnê de xebat bi şêwaza aştîxwazane li seranserê Îranê de bi rê ve herin. Dibe li dawiyê de bigihîjne vê qonaxê ku hikûmetek hilbijartî li Îranê de cihgîr be”.
Rêzdar Mistefa Hicrî li derheq tevlînebûna Komeleya Şorişgêre Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê bi vê hevpeymaniyê ragihand: “Me li beyannameya xwe de bi rohnî ragihandiye ku deriyê hevpeymanetiyê bo Komelê û Hizbên din jî vekiriye. Heta eger hejmarek ji wan Hizbane neyêne nav hevpeymaniyê jî em dê digel wan danûstandinê bikin û bo gihîştin bi armancên xwe, em dê mifah ji şiyan û jêhatûbûna wan wergirin û hemû aliyekê bo hevkariyê, gazî dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin