Rêxistina Hollandî: Li Rojava komên çekdar avê weke çek bi kar tînin

Rêxistina Hollandî: Li Rojava komên çekdar avê weke çek bi kar tînin

.

A+A-

Rêxistina Hollandî PAX diyar kir, komên çekdar yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li Rojavayê Kurdistanê bi avakirina bendavên li ser çemê Xabûrê ku wek xeteke jiyanê ji bo civakên ku li herêmên ku Kurd lê dijîn wek çek bikar tîne.

Lêkolîna nû ya ku ji aliyê Rêxistina Avakirina Aştiyê PAX a Hollandî ve hatiye kirin eşkere dike ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) ku Tirkiye piştgiriya wan dike ji bo qutkirina avê, sê bendavan li ser çemê Xabûrê ava kirine.

Lêkolîna PAX, ku xebata zeviyê û analîza wêneyên satelîtê vedigire destnîşan kir, di hişkesaliyê de qutkirina çemekî girîng ji aliyê komên çekdar ve "mînakeke zelal a bikaranîna avê wekî çeka şer" e.

Herwiha PAX destnîşan kir, bi avakirina bendavan, bandorên hişkesaliyek dijwar zêde kiriye û dibêje “Ji ber barana pir kêm bandora germa zêde, tê vê wateyê ku civakên çandiniyê di dema hewcedariya xwe de ji her demê kêmtir av bidest xistine.”

Wêneyên ku ji hêla PAX ve hatî weşandin, nîşan didin ji sê bendavan yekem ji wan di 22ê Gulana îsal de avakrina wê qediya ye.

Di lêkolînê de hat diyarkirin, bi hezaran malbat ji ber avakirina bendavan ji avê bêpar mane û ev yek bi awayekî eşkere binpêkirina yasayên mirovî yên navneteweyî ye.

PAX tekez kir û got: “Ev dibe ku tedbîrek hesabkirî be ku ji aliyê SNA ve bi mebesta birçîkirina nifûsa sivîl û / an jicîhûwarkirina wan bi darê zorê wekî rêbazek şer tê bikar anîn.”

PAXê di pêşniyarên xwe de bang li civaka navdewletî kir ku ji Tirkiyê bixwaze ku hemû sivîl bigihêjin ava Çemê Xabûrê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin