Rêvebirên li Amedê: Kurdistan rastiyek e, û divê were qebûlkirin

Rêvebirên li Amedê: Kurdistan rastiyek e, û divê were qebûlkirin

.

A+A-

Serdana Waliyê  Hewlêrê Umîd Xoşnav a ji bo bajarê Amedê beriya çend rojan qediya lê karvedanên vê serdanê hêj berdewam dikin. Umîd Xoşnav albûma wêneyan a bi navê Kurdistanê  weke diyarî dide Waliyê Amedê Munîr Karaloglu û piştî ku ev wêne li medyaya civakî belav bû, nijadperestên tirk yekser nerazîbûn nîşan dan.

Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav beriya çend rojan di çarçoveya 1emîn Pêşangeha Geşt û Gûzariyê ya Mezopotamyayê de serdana bajarê Amedê kiribû. Walî Xoşnav di serdana xwe de serdana Waliyê Amedê Munîr Karaloglu jî kiribû û albûma wêneyan a bi navê Kurdistanê weke diyarî dabû wî.

Piştî ku ev wêneyê diyariyê ku li ser albûmê Kurdistan dinivisîne di medyaya civakî de belav bû, nijadperestên tirk li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan û waliyê Amedê armanç kirin. Serokên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li Amedê piştgirî dan albûma Kurdistanê û li dijî nijadperestên tirk nerazîbûn nîşan dan.

Di serî de Şêwirmendê Çapemeniyê yê Serokê Giştî yê MHP'ê Dewlet Bahçelî Yildiray Çîçek, gelek nijadperestan li dijî vê diyariyê nerazîbûn nîşan dan.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Mihemed Kaya jî li dijî nijadperestên tirk nerazîbûnana xwe nîşan da û got; walî ji paytexta Kurdistanê Hewlêrê hatiye helbet dê albûma Kurdistanê diyarî bike ma dê albûma Afrîkayê diyarî bike?

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya dibêje: “Eger îro ji bo turîzmê hatibe dê albûma Kurdistanê bide. Albûma xwe dê bide. Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê ye. Ma dê albûma ku derê bide? Helbet dê albûma Kurdistanê bide. Herhalde naçe albûma xweşikî û ciwaniya Afrîkayê nade.”

Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê jî bi awayeke henekî ji Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav gazin kirin. Got xwezî Xoşnav bi xwe re çend albûmên zêdetir ên Kurdistanê anîba û yekî jî jê re diyarî bikira.

 Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç got: “Xwezî bidana me jî. Em jî bihatana, me jî bi Waliyê Hewlêrê re wêneyek bikişanda. Çima em ê bitirsin, çima em ê înkar bikin? Ev tiştekî rast nîn e.”

Serokê Partiya DEVA'ya Amedê jî piştgirî da Waliyê Amedê ku Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav bi nazikî pêşwazî kiriye. Ew jî dibêje Kurdistan rastiyek e û divê hemû kes hînê vê rastiyê bibin.

Serokê Partiya DEVA ya Amedê Cîhan Ulsen jî got: “Ji ber peyva Kurdistanê yan jî hebûna Kurdistanê divê tehamûl nîşan bidin. Divê dev ji bêtehamûliyê berdin. Di serî de walî divê hemû burokrat jî piştgirî bidin rêzdar walî. Ji ber ku li vir tu sûcek û tu hêmaneke sûc nîn e.”

Endamê Meclisa Biryarder a AK Partiyê Eladîn Parlak, Serokê AK Partiya Amedê Şerîf Aydin û bi hezaran kurdên ji bîr û baweriyên cuda jî li ser medyaya civakî li hemberî nijadperestên tirk nerazîbûn nîşan dan û xwedî li herdu waliyan derketin.

Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav di çarçoveya 1'emîn Pêşangeha Geşt û Gûzariyê ya Mezopotamyayê de bi şandeke qelebalix a karsazan hatibû Amedê. Ji xeynî diyariya albûma Kurdistanê standên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê yên pêşangehê jî bi navê Kurdistanê hatibûn vekirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin