Rêveberiya Xweser rafîneyên li Dêrezorê vediguhêze

Rêveberiya Xweser rafîneyên li Dêrezorê vediguhêze

.

A+A-

Rêveberiya Xweser ji ber metirsiyên li ser tenduristî û jîngehê, rafîneyên petrolê yên destesaz ên li Dêrezorê vediguhêze çolê.

Çavkaniyeke ji Komîteya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a li Dêrezorê roja ji North Pressê re ragihand ku, Desteya Jîngehê bi hevahengiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) dest bi bicihanîna vê biryarê kiriye.

Li gorî heman çavkaniyê, pêvajoya veguhastinê roja yekşemê dest pê kiriye.

Ev yek piştî agahdarkirineke fermî ya hefteya borî ya Desteya Jîngehê hat ku tê de ferman ji xwediyên rafîneyan re hatibû dayîn ku alavên xwe ji herêmên niştecihbûnê dûr bixin.

Komîteya Sotemeniyê da zanîn ku bikaranîna berbelav a rafîneyên petrolê ya li gundewarê Dêrezorê bi awayekî berbiçav bûye sedema pîsbûna hewayê û di nav şêniyên herêmê de bûye sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên giran.

Ev rafîneyên ku ji bo derxistina berhemên petrola xam tên bikaranîn, li seranserê Dêrezorê û beşên din ên bakurrojhilatê Sûriyeyê belav bûne.

"Nexweşiyên giran çêdikin"

Rapor û lêkolînên bijîşkî nîşan didin ku gazên jehrî yên ji van parzûngehan derdikevin, di nav xelkê de dibin sedema nexweşiyên sîng û pişikan, pirsgirêkên tenduristiyê yên kronîk û nexweşiyên giran ên çerm.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin