Rêveberiya Xweser plana sala nû gotûbêj kir

Rêveberiya Xweser plana sala nû gotûbêj kir

.

A+A-

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane ya sêyemîn bi dawî kir û plansaziya 2022yan eşkere kir. Di civînekê de, ku hevserokên Desteya Cîbicîkar û desteyên herêmên Rêveberiya Xweser tê de beşdar bûn, li ser rewşa sala borî hat rawestandin û pilanên sala nû yên Rêveberiyê hatin gotûbêjkirin.

Desteyên Cîbicîkar ên Rêveberiya Xweser ku weke hikûmeta birêvebirina navçeyên Rêveberiyê kar dike planên sala 2022 gotûbêj kir.

Di civînekê de ku hevserokên desteya cîbicîkar û destên herêmên Rêveberiya Xweser tê de beşdar bûn, li ser rewşa sala borî hat rawestandin û pilanên sala nû yên Rêveberiyê hatin gengeşekirin.

Hevserokê Desteyên Cîbicîkar ên Rêveberiya Xweser Ebid Mihbaş got: “Plana karê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi deste, komîte û ofîsên wê, ji bo sala nû, ya 2022an, hat amadekirin di hemû war û biwaran de, çi li ser asta siyasî, aborî, xizmetguzarî, emnî, yan jî serbazî be."

Hevseroka Desteya Tebqa got tevî zehmetiyan wan karibû gelek destkeftan li herêma xwe bidest bixin.

Hevseroka Desteya Tebqe Hind Elî jî got: “Tevî hemû astengiyên siyasî û emnî û serbazî jî, gelek destkeft hebûn li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê. Wek plana giştî ya Encûmena Tebqayê, di warê kargêrî û hizrî de jî, girîngî bi pêşxistina siyasî hat dayin û zêdekirina xizmetguzariyan di karta şaredariyan de.”

Desteyên Cîbicîkar ên Rêveberiya Xweser wekî hikûmeta birêvebirina navçeyên Rêveberiyê kar dikin. Civînên giştî yên Desteyan salane tê lidarxistin û tê de pilanên salê tên pejirandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin